Endamê MÎT’ê Murat Şahîn: Omer Guney xebatkarê yekîneya me ye

Endamê MÎT’ê Murat Şahîn: Omer Guney xebatkarê yekîneya me ye

Endamê MÎT’ê Mûrat Şahîn di hevpeyvîna li ser Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de ragihand ku, Omer Guney xebatkarê yekîneya me ye. Şahîn dide diyarkirin ku, navê Omer Guney “Hevalê Parîsê” ye û bişopandina PKK’ê peywirdare.

Ajanê MÎT’ê Mûrat Şahîn yê ku di çarçoveya operasyona Biryarageha Şoreşgerî de li Stenbolê hatibû binçavkirin bi fermana Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan hatibû berdan û ji bo ewlekariyê derketibû dervey welat, daxuyaniyek da Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê. Ajanê MÎT’ê Mûrat Şahîn di daxuyaniya dayî de ragihand ku, Omer Guney xebatkarê yekîneya wane û aşkera kir ku, navê Omer Guney weke “Hevalê Parîsê” yê bi şopandina PKK’ê peywirdare.

Mûrad Şahîn di daxuyaniyê de destnîşan kir ku, piştî komkujiya Parîsê wêneyê bersûcê komkujiyê Omer Guney dibîne û wî nas dike. Mûrad Şahîn di Yenî Ozgur Polîtîkayê de dibêje, rojekê li ofîsa MÎT'ê ya li Çankayayê ji bo wî nas bike ev wêne nîşanî wî dane.

Ajanê MÎT’ê Şahîn dibêje li Enqerê di serê koma ew jê re kar dike de, bi navê 'xaltîkê' rayedarekê, ev agahiyên derbarê Guney de dane wî.

Mûrad Şahîn bi van agahiyê namîne û lê zêde dike ku, Omer Guney ne bi tenê bûye, lewra di MÎT'ê de kesek bi serê xwe kar nake. Omer Guney herî kêm bi yekîneyên ji 2 an jî 3 kesan pêk tê tevdigere.

Murad Şahîn dîsa di derbarê xwe û karê MÎT'ê de jî agahî dane rojnameyê.