Encamnameya civîna Koma HDP'ê ya Meclîsê

Koma HDP'ê ya Meclîsê ragihand ku wan dest bi amadekariyên ji bo kongreya mezin a 11'ê Sibatê kirine û diyar kir, kongre wê ji bo hêzên demokratîk û mûxalefeta ciavkî bibe firsendeke piştevanî, hevkarî û berxwedanê.

Koma HDP'ê ya Meclîsê, encamên civîna xwe ya du rojan a li Amedê ji raya giştî re eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku parlamenterên wekîltiya wan hatiye betalkirin jî tevlî civînê bûne û hat gotin, di civînê de têkşîna ji 4'ê Mijdara 2016'an û vir ve tê meşandin ji her alî ve hatine nîqaşkirin û di çarçoveya rojeva siyasî ya 2018'an de wezîfeyên li ber koma HDP'ê ne, hatine nirxandin.

Di encamnameyê de bal hate kişandin cezayên girtîgehê yên li parlamenterên wan tên birîn û hat destnîşankirin ku dadgeh mîna febrîqeyan cezayan dibirin û hat destnîşankirin armanca van êrîşan ew e ku HDP'ê li derveyî meclîsê bihêlin.

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku 3. Kongreya Asayî ya HDP'ê ku wê 11'ê Sibata 2018'an li Enqereyê pêk were ne tenê ji bo partiya wan, her wiha ji bo hemû hêzên demokratîk û mûxalefeta civakî bibe firsendeke girîng ji bo piştevanî, hevkarî û berxwedanê.

Di dewama encamnameyê de wezîfeyên di dema pêş de ji bo wekîlan hatine destnîşankirin wiha hatin rêzkirin:

* Di konferansên herêmî yên partiya me de wê armancên serdema nû bi endamên me re nîqaş bikin û tevkariyê li amadekariya ramanî û polîtîk a kongreyê bikin.

* Li civata giştî û komîsyonên Meclîsê, wê mîna dema bihurî ji niha û pê ve jî berdevkiyê ji berjewendî û mafên welatiyên me re bikin.

* Li dijî zexta lixwekirina kincê ji yekrengî ku li ser girtiyan tê ferzkirin wê dengê xwe bilind bikin û ji bo azadiya bi hezaran girtiyên siyasî têbikoşin.

* Li dijî gendelî û xizaniyê wê têbikoşin.

* Hem li hundir hem jî li derve, ji bo dawî li Rewşa Awarte û amadekariyên şer were anîn wê hwl bidin.

* Ji bo kelecana hevpar a têkoşîna li dijî mêtingerî û faşîzmê, wê hewl bidin.

Di encamnameyê de işaret bi biryara Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hate kirin ku ji bo bi hevalên nû û kelecaneke nû têkoşîna xwe bidomînin, di kongreyê de ji bo hevserokatiyê nabe namzet.

Di vê derbarê de hat gotin, "Em biryara Hevserokê xwe ya ji bo nebûna namzetê hevserokatiyê bi xemgînî, lê bi rêzdarî pêşwazî dikin."