Emniyet li Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê mikur hat

Amîrê Emniyetê A.A. di îfadeya xwe ya li ser Komkujiya Enqereyê de li berpirsyariya dewletê mikur hat. A.A. têkildarî qetlîamkeran pirsa 'Çima nehatin tespîtkirin û nehatin girtin' kir.

Têkildarî Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê, ji ber "bikaranîna gaza îsotê ya bêpîvan" û "negirtina tedbîrên têrker ên emniyetê" de lêpirsîn hatibû vekirin, lê hatibû betalkirin. Detayên vê lêpirsînê derketin holê. Di van detayan de tê dîtin, rayedarên emniyetê hev du sûcdar dikin û li hev mikur tên.

'ÇIMA NEHATIN GIRTIN?'

Li gorî nûçeya Evrenselê, di rapora îfadeyan de Amîrê Emniyetê A.A. dibêje; eger wê li berpirsyarekî bê gerîn, divê berê xwe bidin MÎT, artêş, Îstîxbarata Midûriyeta Giştî ya Emniyetê û Serokatiyên Daîreya Têkoşîna li dijî Terorê. A.A. dibêje, "Terorîstên teqîn pêka nîn, ji Sûriyeyê di ser Dîlok, Osmaniye, Edene û Aksarayê de hatine Enqereyê. Walîtiya Dîlokê, Serokatiya Herêma Dîlokê ya MÎT'ê, Fermandariya Jendermeyan a Bajarê Dîlokê û Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Dîlokê, dema terorîst li qada ew jê berpirsyar bûn, çima ew tespît nekirin û negirtin?"

A.A. di îfadeya xwe de her wiha pirsa "Dema di sînor re derbas bûn çima nehatin girtin?" dipirse.