Emîrekî El Qaîdê li Ezazê hate kuştin

Emîrekî El Qaîdê li Ezazê hate kuştin

Emîrê El Qaîdê yê bi navê Ebû Umet Elah El-Mesrî di pevçûnên li herêma Ezaz a Helebê ku di navbera hêzên YPG’ê û hêzên Dewleta Îslamiya Îraq û Şamê de qewimîbûn hatiye kuştin.

Di hin malperên civakî yên nêzî Dewleta Îslamiya Îraq û Şamê de nûçeya kuştina emîrê bi navê Ebû Eumet Elah El-Mesrî hate weşandin. Di nûçeyê de hate gotin ku di pevçûnên li herêma Ezaz a Helebê ku di navbera hêzên YPG’ê û komên çeteyên Dewleta Îslamiya Îraq û Şamê de qewimîne emîrek  hatiye kuştin.

Li aliyê din hate hînbûn ku pevçûnên li derdora Qestel Cindo ya Efrînê ku di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên Dewleta Îslamiya Îraq û Şamê de didomin.