Emîr li Stenbolê spartin axê

Muhamed Emîrê Efrînî ku li Girtîgeha Elbîstanê jiyana xwe ji dest dayî û Miduryeta Girtîgehê gotî li “goristana bêkesan” veşartiye, cenazeyê wî ji ATK’ê hate girtin û li Stenbolê hate veşartin.

Girtiyê siyasî Muhamed Emîrê Efrînî yê li girtîgeha Elbîstana Mereşê ku piştî bi vîrûsa koronayê ketî ku 2’ê Cotmehê li nexweşxaneya navçeyê ya dewletê jiyana xwe ji dest dayî, li Stenbolê spartin axê.

Ji bo Emîrê ku ev 28 sal bû girtî Miduryeta Girtîgehê diyar kiribû ku li ‘Goristana Bêkesan’ veşartiye. Lê belê derket holê ku cenazeyê Emîr li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê ye. Rêveberiya girtîgehê doh bi girtenameyekê ji bo wasiyê Emîr Bekir Kaya şand, diyar kiribû ku divê di nava 3 rojan de cenaze bigrin.

Her wiha hatibû destnîşankirin ku eger ku cenaze neyê girtin wê li goristana bêkesan bê defînkirin.
Îro seat 15:00’an wasî Bekir Kaya ji ATK’ê girt, ji bo wecîbeyên olî bire Miduryeta goristanê ya Çekmekoyê, lê li vir ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê rê nadin ku cenazeyê bê veşartin. Li ser vê yekê cenazeyê Emîr li Goristana Çavûşbaşi ya Beykozê hate veşartin.

Parlementera HDP’ê Dilşad Canbaz, Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Ferhat Encû, Hevserokê Rêxistina Stenbolê Erdal Avci, Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Xizmên Windayan a Anatolya (ANYAKAY-DER) Şêxmûs Işik û gelek kes jî tevlî merasîma cenaze bûn.