Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Emîne Şenyaşar wê emeliyat bibe

Emîne Şenyaşar a ku malbata wê hat qetilkirin bi pankarta ‘edalet’ çû nexweşxaneya ku wê emeliyat bibe.

Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Riha Pirsûsê ji aliyê parastvan û xizmên Wekîlê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, ji bo çokên xwe emeliyat bike çû nexweşxaneyê. Şenyaşar a ku bi kursiya bi teker hat nexweşxaneyê pankarta li ser "edalet" nivîsîbû hilda û bi wî awayî derbasî odeya çavdêriyê bû. Tê payîn ku Şenyaşar saet di 13:00 de bê emeliyatkirin.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ragihand ku, heta dayika wî baş dibe wê navberê bidin çalakiya xwe.