‘Emê rastiyan her bînin ziman’
‘Emê rastiyan her bînin ziman’
‘Emê rastiyan her bînin ziman’
Yek ji lîstikvanên rêze-fîlma 'Leyla ile Mecnun' ku ji ber lîstikvanên wê piştgirî da berxwedana Parka Geziyê fîlm ji weşanê hat rakirin Ahmet Mumtaz Taylan da xuyakirin ku zextên bi vî rengî wê bandorê li nêrîn û biryarên wan nekin û got, "Emê tiştên em rast dibînin, her bînin ziman. Li cihê munasîb, bi awayekî munasîb."
Ji ber piştgirîdayina berxwedana Parka Gezî, bi hezaran kes hatin binçavkirin û bi sedan kes jî hatin girtin. Di bûyeran de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, nêzî 10 hezar kes jî birîndar bûn. Ev jî têrê nekir, mirovên piştgirî dan berxwedanê ji komên cihê yên pişeyî, ji kar hatin derxistin. Di nava piştevanan de hunermend jî hebûn. Hin ji van hunermendan, lis er zexta hikûmetê "rol" guherandin, hin mayî jî rîst dan ber çavên xwe.
Lîstikvanên rêze-fîlmê "Leyla ile Mecnun" ê ji aliyê Eflatûn Fîlm ve dihat amadekirin û li TRT'ê dihat weşandin jî, der heqê Berxwedana Gezî de vîdeoyek amade kirin û demeke kurt piştî weşandina vê vîdeoyê, ji karên xwe man. Kanala televîzyonê bi hinceta reytîngê rêze-fîlm ji weşanê rakir. Ne ekîba rêze-fîlm û ne jî temaşevanan ev sedem rast dîtin.
TAYLAN: TI KAREKÎ XWEDÎ REYTÎNGA BILIND A TRT'Ê JI BILÎ VÎ RÊZE-FÎLMÎ NÎNE
Yek ji lîstikvanên rêze-fîlmê "Leyla ile Mecnun" Ahmet Mumtaz Taylan ji ANF'ê re axivî û ev biryara TRT'ê weke "sedem" dît. Taylan diyar kir ku helwesta TRT'ê li holê ye û herkes dizane çi çiye û got, "Reytînên rêze-fîlm dibe ku li bendewariyên saziyê nehatibin, lê TRT ji bilî "Leyla ile Mecnun" xwedî ti karekî reytîngê bilindtir nîne."
Taylan got, "Karê me yek ji karê herî bi reytînga bilind a TRT'ê bû. Her weha karekî ku di medya sosyal de bi awayekî cidî deng veda. Vê yekê jî bandoreke erênî li reklaman dikir. Ji ber ku reklam bi tenê ne reytîng e. Lewma gotina "reytîng kêm e" daxuyaniyeke ne rast e."
'EMÊ RASTIYÊN XWE HER BÎNIN ZIMAN'
Taylan bal kişand ser yek ji "sedem"ên rakirina rêze-fîlm ji weşanê ku îdîa dikin lêçûnên fîlm gelek e û got, "Dibêjin lêçûnên me gelek e, ev biryareke kargehê bi xwe ye. Lê ev 3 sal in vî karî dewam dikir...Eger ev rastbûya, wê beriya niha bihata axaftin. Lê qet nebû mijara nîqaşê. Ji ber ku lêçûnên me di bin lêçûnên asta normal de ye. Ya herî lêçûneke kêm, xebata me ye. Eger daxuyanî û sedemên tên nîşandan ev bin, hingî xuyaye problemeke din li holê heye." Taylan da xuyakirin ku ew ne alîgirê polemîkan e, lê ev biryar pêwendiya xwe bi piştgiriya wan a ji bo berxwedana Parka Geziyê heye.
Lîstikavan Ahmet Mumtaz Taylan diyar kir ku zextên bi vî rengî wê bandorê li nêrîn û biryarên wan neke û got, "Emê tişta em rast dibînin, her bînin ziman. Li cihekî munasîb, bi awayekî munasîb."