"Emê 8’ê Adarê bikin ruhê têkoşîn û berxwedanê"
"Emê 8’ê Adarê bikin ruhê têkoşîn û berxwedanê"
"Emê 8’ê Adarê bikin ruhê têkoşîn û berxwedanê"
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) bi hezaran jin bicil û bergên xwe yên gelêrî, biyekdengîgotin: “Bijî 8’ê Adarê.”
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) bi hezaran jin bi cil û bergên xwe yên gelêrî, bi yekdengî gotin: “Bijî 8’ê Adarê” û meşiyan. Meşa jinan li ber deriyê Şaredariya Wargehê de dest pê kir. Di pêşiya meşê de jinên ciwan di destê wan de dahol û erbane, bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK’ê, KJB û KCK’ê jinan bi dirûşmayan heta Qezaya Mexmûrê meşiyan. Di meşê de jinan bênavber dirûşmayên “Jin jiyan azadî”, “Kesek nikare roja me tarî bike” gotin. Dema girseya meşê ket qezaya Mexmûr ji aliyê xelkê Mexmûr ve rastî eleqeyeke mezin hat.
Li qezaya Mexmûr jinan di şexsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez de ji bo tevayê cangoriyên Kurdistan deqeyek rêz girtin û li ser navê Meclîsa Îştar ji aliyê Endama Meclîsa Îştar EvînTaybogan ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Di destpêkê de em 8’ê Adarê li Rêberê mezin Rêber Apo pîroz dikin, ku Rêber Apo em bi têkoşîna azadiyê re da naskirin, em bi cewhera me ya ku me wate û ruhê berxwedanê yê 8’ê Adarê bi me da fêmkirin. Bi hişmendiya ku emê bi temsîla jina azad Rêheval Sara re bin, em soz didin ku bi hêz û ruhê berxwedanê yê ji her demê mezintir emê, bi keda Rêbertiya xwe ve girêdayî bin.”
Di daxuyaniya Meclîsa Îştar de tê destnîşankirin ku yên mirovatiyê ji rewşa xerab rizgar bikin, mirovatiyê bi cewher û bi civakîbûnê re bigihînin hevdu, jinên rêxistinkirî ne û wiha berdewam dike: “Sîstema xwezayî, demokratîk û wekhev a jinê di serdema Neolîtîk de ava kiribû, ji aliyê zilamê qurnaz ve hatiye derbekirin û belavkirin; lê belê lêgerîna serhildan û azadiyê ya jinê tu carî nehatiye tunekirin. Jin, bi hêsanî teslîmî sîstema serwer a zilam nebûye, her çi qasî dem bi dem têkoşîna wê hatiye tengavkirin û paşvexistin jî cewhera wê ya azadîxwaz tu carî nehatiye tunekirin. Di şexsê Înanna de jina ku li hemberî Enkiyê ku destketiyên wê dizîn serî rakir, di dîrokê de di tevayî têkoşînên azadî, şoreş û demokrasiyê de cih girtiye. Jinan di têkoşînên eşîretan ên li hemberî şaristaniyê de, di serhildanên koleyan ên li hemberî sîstema koledar de, di berxwedanên neteweyî, di têkoşînên şoreş û sosyalîzmê de her dem cihên xwe girtin. Lê têkoşîna jinê ya ji bo mafên wê her dem di rêza duyemîn de maye. Berxwedana jinan a di 8’ê Adarê sala 1857’an de li Amerîkayê hat destpêkirin di nav têkoşîna birêxistinkirî ya jinan de meşaleyek e. Daxuyaniya Meclîsa Îştar wiha bi dawî dibe: “Ji ber vê sedemê di serî de dewleta Tirk, hêzên sîstema serwer êrîşî jinê dikin. Di vê pêvajoyê de qetilkirina pêşenga me Sakîne Cansiz (Sara) û rêhevalên me Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji ber vê sedemê ye.”
Daxuyanî bi tilîlî û dirûşmayên: “Bijî Serok Apo”, ”Bijî Yekîtiya Jinan”, “Bijî 8’ê Adarê” û girtina govendê re bi dawî bû.