''Em rexnedayina hevrêtiya kêm didin'

Xecer Xelîl Ûsiv ku ev 88 roj in di greva birçîbûnê de ye got, ''Rexnedayina ji bo mesafeya ketî navbeyna me û hevrêtiya kêm, wê şikandina tecrîdê be''.

Xecer Xelîl Ûsiv a Efrînî ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê ev 88 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, di nameya xwe ya ku 25'ê Sibatê nivîsî de, got, tirs dibe têkçûnê û faşîzmê û got, ''ji vê berxwedana me re bibin deng''.

Xecer Xelîl Ûsiv got pêngava bi dirûşma, ''Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin'' xwe dispêrê giyanê 14'ê Tîrmehê û di biryara xwe de bê dudilî û ne û got, di şexsê Ocalan de, di serî de civaka Kurdistanê hemû gelên Rojhilata Navîn dikin hedef. Ûsiv şerê bingehîn di navbeyna modernîteya demokratîk û modernîteya kapîtalîst de ye û domand, ''Paradîgmaya Rêbertiya me ji bo gelên ku li Kurdistanê dijîn, mizgînî dide ku bi hev re bi azadî û mirovî bijîn. Îro li Bakurê Sûriyê li gel hemû zordariyan û şer jî jiyaneke demokratîk heye. Jixwe tirsa herî mezin a faşîzmê, pêkhatine modernîteya demokratîk e. Ji bo vê, ev 20 sal in tecrîda li ser Rêber Apo heye.''

'ME TECRÎD QEBÛL NEKIR, EM Ê QEBÛL NEKIN'

Ûsiv got Rêbertî ne şexsek e, ji bo wan nasname, vîn û vegotina hebûna gelê Kurd e û domand, ''Bi vê astê girankirina tecrîdê bêqidoşe lîstina bi êgir bû. Ango tecrîda li dijî hebûna ma û li dijî nasnameya me ya azad bû. Ti caran me tecrîd qebûl nekir, em qebûl nakin û em ê qebûl nekin. Bİ derengî jî be, em ê pêngava berxwedanê ya ku me dayî destpêkirin em ê bibin serî. Me dest bi maratona berxwedanê kiriye. Ti hêz nikare me rawestîne. Berdêla wê çi dibe bila bibe meşa me ya serfiraziyê wê bidome.''

JI BILÎ SERKEFTINÊ RÊYEKE DÎ TINE

Ûsiv diyar kir bi moral, biryardar û bi coş in û got, ''Rexnedayina ji bo mesafeya ku ketî navbeyna me û hevrêtiya kêm, wê şikandina tecrîdê be. Ji bilî serkeftinê ti rêyeke me ya dî tine.''

EM PERDEYA BÊDENGIYÊ BIQETÎNIN

Ûsiv wiha bang li gelê Kurdistanê kir: ''Em bi geşkirina berxwedanê dikarin tecrîdê bişkînin. Dayika têkoşîna me Bakur e. Di dîroka têkoşîna 40 salî de, gelê me yê welatparêz ê xwedî wijdan berdêl daye. Keda me hemûyan di vê têkoşînê de heye. Dİvê em vê perdeya bêdengiyê biçirînin. Ez bang li gelê me yê li Bakur, Rojava, Başûr, Rojhilata û Ewropayê dikim; hemû tevlî nav berxwedanê bibin û xwedî lê derkevin. Tirs mirov dibe têkçûnê û faşîzmê. Ez bang li jinan, dayikan, ciwanan, dostan, ên ku ji xwe re dibêjin, em mirov in, demokrat in, sosyalîst in, ji vê berxwedana me re bibin deng. Weke Şehîd Mehmet Tûnc gotî, ''heke hûn ê tiştekî bikin niha bikin'' Ez bang dikim ku li dora berxwedanê bibin yek..''