'Em rê nadin ku li Efrînê fermana Şengalê dubare were jiyîn'

Saziyên Êzidiyan NAV-YEK, TAJÊ , SMJÊ , HCÊ , NÇÊ, MŞD daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku piştgiriya Berxwedana Efrînê dikin.

Saziyên Êzidiyan NAV-YEK, TAJÊ , SMJÊ , HCÊ , NÇÊ, MŞD daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku piştgiriya Berxwedana Efrînê dikin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di roja 17’emîn de, ku dewleta dagirker a Tirk bi hevkarên xwe wek çeteyên DAIŞ, AL-Nusra hwd. Efrîne bombebaran dike, raperîn û berxwedana serdemê berdewam e. Civaka Êzidî nerazîbûna xwe destnîşan kir û ji Şengalê ketin rê û gihîştin Kobanê û niha berê xwe didin Efrînê.

Herwiha civaka Êzidî ya li derveyî welat jî bêdeng nemaye û bê navber bi çalakiyên cûr bi cûr deng û helwesta xwe bilind dike.

Wek civaka Êzidî ya li derveyî welat em ê bi ruhe seferberî xwe tevlî berxwedana serdemê ya Efrînê bikin. Em ê rê nedin ku hezên faşîst û dagirker, di serî de dewleta Tirk û hevkarên wan ê NATO wek Elmanya, çawa êrişî Şengalê kirin, dîsa êrişî Efrînê bikin. Ji vê bonê di nava civakê de, di serî de jin û ciwan, ruhê seferberî îlan kirin û wiha xwe tevlî berxwedanê kirin.

Li ser vî esasî em bangewaziya xwe dikin: Di vê çarçoveyê de 07.02.2018 li bajarên Wesel, Emmerîch, Celle, Bremen, Berlîn, Saarbrucken û deverên din çalakiyên cuda wê werine lidarxistin. Di heman demê de, jibo şermezarkirina komploya navnetewî, civaka Êzidî wê bi tevlibûneke xurt tevlî meşên dirêj ê li eyaletan bibe. Dîsa di 15.02.2018’an de herêmên ku civaka Êzidî lê rêxistin kiriye bi pêşengiya NAV-YEK (Navenda Yekîtiya Komelên Êdziyan) konê agahdariyan wê were vegirtin.

Em bang li gelê xwe dikin ku beşdarî van çalakiyan bibin û berxwedanê geştir bikin.”