'Em pêşî li dîktator Erdogan bigirin'
Li Şaredariya Saînt-Denîs a Fransayê, şanoyek li ser komkujiya Cizîrê hate pêşkêşkirin. Alîkara Şaredar Sonîa Pîgnot li vir axivî û diyar kir, ku Erdogan dîktator e û divê pêşî lê bê girtin.
Li Şaredariya Saînt-Denîs a Fransayê, şanoyek li ser komkujiya Cizîrê hate pêşkêşkirin. Alîkara Şaredar Sonîa Pîgnot li vir axivî û diyar kir, ku Erdogan dîktator e û divê pêşî lê bê girtin.
Şanoyek li ser komkujî û hovîtiya bi fermana Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ji aliyê artêşa Tirk ve li bajarên Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Geverê hate kirin, li Fransayê hate pêşkêşkirin. Di heman çalakiyê de dokûmanterek li ser dîktatoriya Erdogan hate nîşandan.
Çalakî ji aliyê Şaredairya Saînt-Denîs a Fransayê ve hate organîzekirin û Alîkara Şaredar Sonîa Pîgnot, derhêner Antoîne Laûrent, Mîreîlle Coûrt û Chrîs Den Hond, şanoger Armanc Kerboran, bi navê Komeleya Dostaniya France-Kurdistan Pascal Torre, ji Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê Nûrsel Kiliç û gelek kes tevlî bûn.
ŞANOYA LI SER KOMKUJIYA CIZÎRÊ
Alîkara Şaredarê Saînt-Denîs Sonîa Pîgnot di destpêka çalakiyê de axivî, bal kişand ser komkujiyên li Bakurê Kurdistanê ji aliyê AKP'ê ve hatin kirin û ev yek weke hovîtiyê bi nav kir. Pîgnot ragihand, fermana vê hovîtiyê ji aliyê Erdogan ve hatiye dayin û got, "Erdogan dîktatorek e ku gelan dikuje. Divê bi lezgînî pêşî lê bê girtin. Siyasetmedarên Ewropî pêwîste di vê mijarê de bi erk û berpirsyariyên xwe rabin. Li şûna eleqeya ji bo wî, lazim e nerazîbûn li hemberî wî bê nîşandan. Wê wextê wê dîktatoriya Erdogan serberjêr bibe."
Li dû axaftinê, şanoya li ser hovîtiya li jêrzemînên Cizîrê hate nîşandan. Lîstika şano bi zimanê Fransî ji aliyê şanoger Armanc û koma wî ve hate lîstin û bi zimanekî zelal qala wehşeta Erdogan hate kirin.
Di çalakiyê de her wiha dokûmantera "Ez Kurd im" a derhêner Antoîne Laûrent û dokûmantera "La derive Autoritaire d'Erdogan" (Avarebûna Otorîter a Erdogan) ku ji aliyê derhêner Mîreîlle Coûrt û Chrîs Den Hond ve hate amadekirin, hatin nîşandan.