'Em li dijî zîhniyeta yên Madimakê şewitandin bi hev re têbikoşin'
Endama Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê û yên Komkujiya Sêwasê kirin xwedî heman zîhniyetî ne û got, "Tevî hemû êrîşan, bi hûnandina ziman û çanda xwe, exlaq û polîtîkaya xwe re em dikarin van polîtîkayan pûç bikin."
DEVRÎM AMED/GULAN BOTAN
BEHDÎNAN/ANF
pêncşem, 2 tîrmehê 2015, 12:56
Endama Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê û yên Komkujiya Sêwasê kirin xwedî heman zîhniyetî ne û got, "Tevî hemû êrîşan, bi hûnandina ziman û çanda xwe, exlaq û polîtîkaya xwe re em dikarin van polîtîkayan pûç bikin." Dêrsim kesên di komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dane bibîra anî banga têkoşîna hevpar kir.
Endama Koordînasyona KJK’ê Ayten Dêrsim, ji ber salvegera Komkujiya Sêwasê, polîtîkayên komkujî û asîmîlasyonê yên li ser Elewiyan nirxand…
Dêrsim hemû rewşenbîr û hunermendên di komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û got: "Em wan şehîdan wek şehîdên hemû civaka Elewiyan, gelê Kurd, mirovahiyê û jinan dibînin. Bûyerên duh li Madimakê qewimîn, îro li Rojava dubare dibin. Têkoşîna hevbeş a civakî hewcedariyeke mezine."
'ZÎHNIYETA MADIMAKÊ JI ALIYÊ DAIŞ'Ê VE TÊ DEWAMKIRIN'
Dêrsim diyar kir ku polîtîkaya asîmîlasyon û înkarê ya wek polîtîkaya netewe dewletê li ser gelan, mezheb, bawerî û etnîkan pêk hatiye, beriya 1993’an derketiye holê û got: "Ji 93’an heta niha ev polîtîka bi awayên cuda, amûrên cuda û teknîk û rêbazên cuda meşiya ye. Lê ev rastiyeke, tevî êrîşên netewe dewletê, gelan bi nasnameya xwe ya xweser û îradeya xwe, modernîteya demokratîk hêdî hêdî hûnandiye û heta roja me ya îro pêş xistiye. Di vî alî de zîhniyeta înkarker, polîtîkayên xwe yên li ser gelan bi awayên cuda meşand. Di roja me ya îro de li Rojhilata Navîn û bi taybet jî li Rojava çeteyên DAIŞ’ê wek berdewama vê zîhniyetê êrîşên xwe didomîne. Li dij vê em gelên Rojhilata Navîn di eniya demokratîk de têkoşîna xwe hevbeş dikin."
'EM Ê BI SER BIKEVIN'
Dêrsim axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em gel, jin û civaka Elewî bi hişmendiya nasnameya xweser têkoşîna xwe mezin dikin. Tevî hemû êrîşan em ziman û çanda xwe, exlaq û polîtîkaya xwe dikarin bi awayekî xurt bihûnin û van polîtîkayan pûç bikin." Dêrsim bal kişand ser 7’ê Hezîranê û got: "Civaka Elewî û hêzên demokratîk her tim rastî komkujî û înkarê tên. Ji bo ev komkujî û înkar pûç bibin, divê em têkoşîneke cidî bidin meşandin. Ev têkoşîn me bi awayekî şênber di 7’ê Hezîranê de danîn holê. Me di nava 12 salan de rastiya AKP’ê ya ku dixwest civakê biçewisîne dît. Li dijî vê me xwe rêxistin kir û got em bi exlaq, nasname, çand, ziman û bi pergala xwe re hene.
'BI KOMKUJIYAN TINE NEKIRIN'
Gel û çand nekarin bên tinekirin. Bi sedan salane Elewî tine tên hesibandin. Lê bi vê em wek gel, bawerî û çand nehatin tinekirin û em ê neyên tinekirin. Dewletê wekê nekarî Elewiyan tine bike, bi taktîk û polîtîk ên înkarê dixwaze gelê Elewî ji hişmendiya wan dûr bixe. Ev polîtîkayeke dewletê û AKP’ê ye. Bi komkujiyan, nekarin civakan, çandan, baweriyan û mezheban tine bikin. Ev rastiyeke di dîroka Rojhilata Navîn û Elewiyan de derketiye holê ye. Wê demê divê çi bê kirin? Komkujiya spî. Li Kurdistanê civakên cuda hene, ev hemû bi komkujiyan re hatine rû hev. Di dîroka me de komkujiya Dêrsimê heye, bi vê xwestin gel tine bikin. Lê bi vê komkujiyê jî tine nekirin, dawiya wan neanîn û wê nekaribin bînin jî."
'JIN DIKARIN ÇAND Û ZIMANÊ XWE BIDIN JIYÎN'
Dêrsim da xuyakirin ku ew wek gelên Rojhilata Navîn dikarin sazbûna xwe ya xweser di pergala konfederal de ava bikin û li dijî modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk ava bikin û got: "Asta ku Kurd û Elewî gihaştine vê ferz dike. Li Rojava şoreşek girîng heye. Li dijî vê komkujiyê komkujiyek cidî heye. Heta roja me ya îro ya pêşengiya vê kiriye, Jinên Kurd yên Elewî, yên Ereb Elewî û yên Tirk yên Elewîne. Jina rêxistinkirî dikarin hebûna xwe bidomînin. Dikarin çand û zimanê xwe bidin jiyîn.”
Dêrsim diyar kir ku li ber çavê hemû cîhanê Madimak hat şewitandin û wiha pê de çû: “Çanda Elewî xwedî felsefeyek girîng e. Divê em felsefeyek wisa zindî bihêlin. Divê em bigihînin nifşê nû. Berpirsyarî dikeve ser milê jinên Elewî. Me kesên di komkujiya Sêwasê jiyana xwe ji dest dane ji bîr nekirine. Em careke din soza xwe ya girêdayîna wan dubare dikin.
'DIVÊ EM LI DORA TÊKOŞÎNÊ BIBIN YEK'
Ev têkoşîn têkoşîna me ye, berxwedan berxwedana me ye. Van gelan qezenc kir, baweriya me bi vê tam e. Bi vê wesîleyê em careke din bang li hemû kesî dikin ku li dora têkoşînê bibin yek."