'Em ê xwedî li dengê xwe derkevin'

Pervîn Bûldan li Mersînê ji gel re axivî û diyar kir ku li dijî fermana Erdogan a ji bo hiştina HDP'ê li binê bendê, wê xwedî li dengê xwe derkevin.

Karê hilbijartinê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) heta derengiya şevê dewam dike. Li taxa Mevlana ya navçeya Toroslar a Mersînê duh bi şev namzetên parlamenteriyê û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan derketin pêşberî gel.

Pervîn Bûldan silav da gel û destnîşan kir ku şêniyên navçeya Toroslar û Mersîn wê dengê xwe bidin HDP'ê û ev yek jî wê bibe bersiv li hikumeta AKP'ê.

Bûldan destnîşan kir ku HDP parêzvan û temînata aştiyê ye û got, "Me kiryarên şer ji bîr nekir. Me Gever, Sûr û Cizîr ji bîr nekir. Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, gelek parlamenter û hevşaredarên me yên qeyûm li şûna wan hatine bicihkirin, di zindanê de ne. AKP hewl dide bi polîtîkaya destgîrkirin û girtinê çavên gel bitirsîne. Bila AKP vê baş zanibe; Em natirsin û em ji berxwedanê venagerin."

Bûldan diyar kir, gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ku zilmê ji destê AKP'ê dibînin, bi rêya HDP'ê bigihêjin aramiyê.

Pervîn Bûldan bi bîr xist ku hikumeta AKP'ê ji bo HDP'ê di binê bendê de bihêle wê bi her awayî dek û dolaban bigerîne û ji her kesî xwest ku heta encamên hilbijartinê diyar bibe xwedî li sindoqan derkevin.

Bûldan bi dewamî got, "Ji bo zîhniyeta şer biqede û aştî were divê em bi ser bikevin. Recep beg ferman daye rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan. Ji wan xwestiye ku li lîsteyên dengdêran binerin, yên dengê xwe dane HDP'ê tespît bikin û bi wan re biaxivin ji bo HDP di binê bendê de bimîne. Qet û qet vê nekin. Em ê xwedî li dengê xwe û sindoqan derkevin û destûrê nedin vê yekê. Bila dilê we rehet be, li ber sindoqan hevalên me yên wezîfedar hene."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan işaret bi gefên îdamê yên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan kir û got, "Hêza te têra darvekirina Selahattîn Demîrtaş nake. Kurd destûra vê yekê nadin. Ez ji vê derê bang li hemû partiyên siyasî dikim. Îdam beriya niha bi salan li Tirkiyeyê rabûye. Li dijî zîhniyeta ku dixwaze Tirkiyeyê bike Îran, bêdeng nemînin."

Di dawiya mîtîngê de girseya gel li ber stranên Kurdî û Tirkî govend gerand.