‘Em ê mafê jiyanê yên Nûriye û Semîh biparêzin’

Platforma Piştgiriyê ya bi Nûriye û Semîh re ji bo Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça çalakiyek lidar xistin.

Platforma Piştgiriyê ya bi Nûriye û Semîh re ji bo daxwazên perwerdekar Nûriye Gulmen û Semîh Ozakçe yê ku bi awaykî bêhiqûqî hatin girtin û li dijî BHQ’ê 121 roj in di greva birçîbûnê de ne, ber bi Qada Kahalkedon a Operaya Sureya ya Kadikoyê ve meşiyan. Endamên platformê peyama ew rê nadin mafê jiyanê yê Gulmen û Semîh bên gexstpkirin.

Eendamên Platforma Piştgiriyê ya bi Nûriye û Semîh re ji bo daxwazên perwerdekar Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ên kul i dijî zilma BHQ’ê di roja 121’an a greva birçîbûnê de ne û her ku diçe rewşa wan a tenduristiyê xirab dibe meşiyan. Di meşa dayîka Hasan Ferît Gedîk ê li Taxa Gulsûyûyê ji aliyê çeteyên madeyên hişber ve hate qetilkirin Nûriye Gedîk, hunermendên şanoyê Orhan Aydin û Defne Alman, Akademîsyen Sîbel Ozbûdûm rêzên pêş ên meşê de bûn, wêneyên Gulmen û Ozakça û ‘Kêr giha hestî’ hate bilindkirin. Endamên Partiya Şoreşgeran ên ku girseya ku ji pêşiya Operaya Sureya dest bi meşê kirin silav kir, di avahiya partiyê de ya li ser Rêya Bahriye wêneyên Gulmen û Ozakça hate daliqandin, her wiha pankarta bi nivîsa ‘Birsîbûna me ji edaletê ye’ hate daliqandin. Girseyê jî ji bo vê piştgiriya Partiya Şoreşgeran bi çepik, tilîlî û fîtikan pêşwazî kirin, li pêşiya avahiya partiyê demekê çalakiya rûniştinê pêk anîn, bi yek dengî strana ‘Çaw Bela’ gotin.

Bi sedan kesên ku dîsa ji heman nuqteyê dest bi meşê kirin dirûşmên “Nûriye û Semîh ne bi tenê ye”, Nûriye û Semîh rûmeta me ye”, “Her der Yuksel e, her der berxwedane”, “BHQ’ê wê biçin, em ê bimînin”, “Em kedkar in, bi maf in û em ê bi ser bikevin”, “Zext me naşikîne” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” qîr kirin. Li Qada Khalkedon li ser navê girseyê ji parêzerên Komeleya Hiqûnasên Hemdem (ÇHD) Barkin Timtik axivî. Timitk bertek nîşanî êrîşên polîsan kir ê ku li hember kedkarên ku daxwazên mafê xwe û karê xwe dikin kir. Timtik bibîr xist ku kedkarê li ber xwe didin ji aliyê Emniyeta Enqerê ve bi giranî hatine derbkirin û got yekane daxwazên wan vegar li ser karê xwe ne û heta ev dawazên wan bê qebûlkirin wê têkoşîna xwe bidomînin.

AYDIN: EGER KU WIJDANA WE NEBE BÊJIN NÎNE!

Şanoger Orhan Aydin ê ku ji qada Kalkedon bang li Receb Tayyip Erdogan û zilamên wî kir got: “Baş e hûn dengê me nabihîzin, banga Sekreteriya Komîsyona Mafê mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) jî nabihîzin? Bê ku şerm bikin ji bo kedkarên tenê dixwazin vegerin ser karê xwe ‘terorîst’ îlan dikin. Eger ku wijdana we nebe bêjin nîne.”

ROJA 121’AN A ŞERMA HIKÛMETÊ

Piştî axaftina Şanoger Orhan Aydin daxuyaniya hevpar a vê hefteyê ji aliyê akademîsyen Sîbel Ozbûdan ve hate xwendin û got: “Ew bi kenên xwe yên herî xwe ên cîhanê û bi bedena xwe yên ku 40 kêlo dayîn ji bo hemû kedkaran li ber xwe didin. Îro greva birçîbûnê di roja 121’an de ye, roja şermê ya 121’emîn a hikûmetê ye. Di dîroka berxwedanê de 121 roj, 121 rojên ku mirovahiyê rûyê xwe lê vegerandî ye.”

Ozbûdûn bal kişand ku her ku diçe rewşa tenduristiya Nûriye û Semîh diçe xirabtir dibe, her ku diçe germaya laşê wan zêde dibe laşê wan xav û giran dibe.

Daxuyanî bi helbesta ji aliyê Şanoger Osman Genç ji bo Nûriye û Semîh nivîsandî hate xwendin ve bi dawî bû.