‘Em ê li hemberî tu dîktaroran stûyê xwe xwar nekin’

Ji ber ku li Erzinganê 16 rêveberên PSAKD’ê hatin girtin, Elewiyên li herêma Morbîhanê ya Fransayê dijîn, nerazîbûn nîşan dan.

Di 16’ê Adarê de li dijî endam û rêveberên Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) operasyonek hatibû kirin û di li vê derê 16 kes hatibûn girtin. Elewiyên ku li herêma Morbîhanê ya Fransayê dijîn nerazîbûn nîşanî vê girtinê dan. Endamên Komeleya Çandê ya Elewiyan a Morbîhanê diyar kirin ku ew ê li hemberî faşîzma AKP’ê teslîm nebin.

‘LI HEMBERÎ ZILMÊ EM Ê BI MAZLÛMAN RE BIN’

Endamên Komeleya Çandê ya Elewiyan a Morbîhanê di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku faşîzma AKP’ê bi împaratoriya tirsê dixwaze li ser lingan bisekine û ew ê Elewiyên xwedî rûmet li hemberî vê împaratoriya tirsê teslîm nebin. Endamên Komeleya Çandê ya Elewiyan a Morbîhanê bal kişandin ser vî tiştî ku tu hinceteke hiqûqî tuneye ku endam û rêveberên Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) werin girtin û diyar kirin ku wan çawa ku heta niha li hemberî tu dîktatorî stûyê xwe xwar nekirine, ew ê li hemberî faşîzma AKP’ê jî stûyê xwe xwar nekin.