'Em ê hîn bi xurtî bên Kobanê û Pirsûsê'
Peyama hevpar a sosyalîstên li ser komkujiya li Pirsûse daxuyanî dan: Berdêla wê çi dibe bila bie em li cem Şoreşa Rojava ne. Kobanê em ê dîsa werin cem te.
Peyama hevpar a sosyalîstên li ser komkujiya li Pirsûse daxuyanî dan: Berdêla wê çi dibe bila bie em li cem Şoreşa Rojava ne. Kobanê em ê dîsa werin cem te.
Peyama hevpar a sosyalîstên li ser komkujiya li Pirsûse daxuyanî dan: Berdêla wê çi dibe bila bie em li cem Şoreşa Rojava ne. Kobanê em ê dîsa werin cem te.
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanan ên Sosyalîst (SGDF), Buroya Hiqûqê ya Bindestan, Weqfa Lêkolînên Çand, Huner, Estetîk Perwerde û Zanistê (BEKSAV), der barê komkujiya li Pirsûsê ya bi desteka AKP'ê re ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat kirin, daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di civîna çapemeniyê ya li salona civînê ya Cezayîrê de, SGDF'yiyên bi saxî ji komkujiyê filitîn, ji malbatên eşhîdan hevsera Cemîl Yildiz Sûltan Yildiz, Seroka Giştî ya ESP'ê Sûltan Ûlûsoy, Berdevka SKM Fadîme Çelebî, Endama Deseya Rêveberiya Navendî ya SYKP Gulseren Pûsalioglû, Serokê EMEP'ê yê Bajarê Stenbolê Guven Gerçek, Nûnera SORDAP'ê Kezban Konûkçû, Sekreterê Giştî yê Malên Gel Nûrî Gunay, nûnerên TOHAV, SDP, HDP û OHP beşdarî civînê bûn.
Li salonê wêneyên şehîdên Pirsûsê hatin daliqandin û ji bo her şehîdên Pirsûsê qurnefîlek danîn ser maseyê. Daxuyaniya li ser navê saziyan û şahidên komkujiyê Seroka ESP'ê ya Bajêr Çîçek Otlû, li ser navê Buroya Hiqûqê ya Bindestan Gulhan Kaya, li ser navê BEKSAV'ê Kenan Agbûlût û SGDF'yiyên birîndar Îlke Başak Baydar û Ozgur Bedel daxuyanî dan.
Ji birîndarên Pirsûsê Îlke Başak Baydar a SGDF'yî diyar kir ku wan bi ruhê Gezî berê xwe dane Kobanê û got, "Em zarokên Gezî ne. Me xwest di navbera berxwedana Gezî û Kobanê de bibin pirek. Di nava derya xwînê ya li Rojhilata Navîn de, me berxwedan, azadî, şoreşa jinê û vîna ciwanan di Şoreşa Rojava de dîtin. Me xwest li Kobanê ya DAIŞ'ê nekarîbû hilweşîne, bin. Li bajarê berxwedan û azadiyê me xwest parka zarokan, pirtûkxaneyê, daristana bîranînê û muzeyê ava bikin. Me xwest birînan bipêçin. Lê belê em li vê komkujiya bi xwîn a çeteyên DAIŞ'ê ku hikûmeta AKP'ê desteka xwe ya çek û lojîtîkê ti carî kêm nekir, rast hatin."
Baydar anî ziman ku hikûmeta AKP'ê baş dizane ku eger ew derbasî Kobanê bibûya wê tecrîda li ser Kobanê ji holê bihata rakirin, lewma bi komkujiyê hewl dan pêşî li wan bigirin.
Baydar anî ziman ku komkujiya li Pirsûsê destpêka îlana şer e û destnîşan kir ku di vê komkujiyê de ciwanên SGDF'yî bi taybetî taybet hedef hatine girtin.
Baydar diyar kir ku ji hemû êrîşên li hemberî komele û endamên wan, dewlet û hikûmeta AKP'ê berpirsyar e.
Endama SGDF'yî Baydar anî ziman ku ew ê hîn bêhtir xwedî li avakirina Kobanê, li Şoreşa Rojava derkevin û got, "Li vê derê careke din em dubare dikin. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê xwedî li avakirina Kobanê, xwedî li Şoreşa Rojava derkevin. Kampanya me êdî bûye kampanya mîlyonan. Eger ji xwe bawer in ku wê pêşî li me bigirin, xwe dixapînin. Em ê sibe hîn bêhtir bi xurtî werin Kobanê, werin Pirsûsê. Bi her kesên xwedî li kampanya 'Me bi hev re parast, em bi hev re ava dikin' re em ê ber bi şoreşê ve biherikin."
Îlke Başak Baydar weke SGDF'ê daxwazên xwe bi vî rengî anî ziman: "Divê berpirsyarên komkujiyê tavilê bên dîtin û darizandin. Biryara nepenîtiyê ya li ser dosya komkujiya li Pirsûsê derhal bê rakirin. Şopandina endamên SGDF ji aliyê polîsan ve bên sekinandin. Dawî li êrîşên li hemberî HDP û wekîlên me, ku em jî parçeyek jê ne, bê anîn."