‘Em ê di Newroza îsal de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bikin’

Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê ya Frankfûrtê Kerem Gok wiha got: “Di Newroza îsal de wê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were kirin.”

LI ELMANYAYÊ ŞAHIYA NEWROZÊ

Li Elmanyayê şahiya Newroza îsal wê roja 23’yê Adarê li Rebstockparkê ya li Frankfûrtê were lidarxistin.

Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê ya Frankfûrtê Kerem Gok anî ziman ku ew ê ji bo zêdebûna tevlîbûna ji Newrozê re xebatên xwe bidomînin û xwest ku her kes ji xeynî qada pratîkê li ser medyayên dîjîtal jî banga tevlîbûna Newrozê bikin.

Gok destnîşan kir ku ji bo şahiya Newrozê ji ber rewşa xwe ya coxrafî Frankfûrt weke bijarteka herî baş dîtin û got: “Frankfûrt li navenda Elmanyayê ye û bajarê ku xwegihandina wê herî hêsan e, ji xeynî vê jî pirsgirêka parkê nîne. Qada me heye ku bi hezaran wesayît dikarin bi hêsanî lê bên parkkirin.”

Gok ragihand ku Newroza îsal wê ji yên din pir cudatir be û divê di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de were nirxandin û ev tişt bilêv kir: “Newroza îsal di çarçoveya vê kampanyayê de wê bibe merasîmeke ku têde daxwaza azadiya fîzkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê kirin. Şahiya Newrozê îsal wê bi dirûşmeya ‘Newroz Azadî ye, Azadiya te, Azadiya me ye’ bê lidarxistin.

Newroz ji bo me cejneke neteweyî ye. Lewma dema ku me planên Newrozê dikirin, me li ser bingehê yekîtiya neteweyî weke konsepteke neteweyî nirxand. Me hunermendên li Kurdistanê dijîn û yên li Rûsyayê dijîn anîn ba hev. Di qada Newrozê de wê rengên Kurdistanê hebe.”

Li gorî agahiyên ku Gok daye, wê li qadê platforma dengbêjan a ku wê metaryalên mîna Kona Reş, meşk û destar lê hebin, were afirandin. Di standan de ji pirtûkan heta cil û bergên herêmî, ji xwarinên herêmî heta xwarinên vegan, heta vexwarinên germ û sar her tişt wê hebe. Ji zarokan re wê qadên lîstokê bê avakirin. Di standên pirtûkan de nivîskar wê bi xwîneran re bên ba hev, pirtûk wê bên îmzekirin.

NEWROZ BERXWEDAN E

Kerem Gok diyar kir ku Newroz ne tenê cejnek e, di rastiyê de cejna xwedî derketina li hebûna xwe, serî rakirina li ber zilmê û cejna vejînê ye û wiha pêde çû: “Peyama ku di Newrozê de bê dayîn, hem wê ji polîtîkayên krîmînalîzyonê yên dewleta Elman hem jî ji polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk re wê bibe bersiv. Em dixwazin dewletên Ewropayê daxwazên statu û azadiyê yên Kurdan bibînin. Em dixwazin nîşan bidin ku Kurd wê qasî sedsaleke din jî di bin esaretê de nedjîn. Têkoşîna me heta ku azadiya me pêk tê, wê bidome.”

DIVÊ KURD QURBANÎ BERJEWENDIYAN NEYÊN KIRIN

Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok herî dawî ev tişt anî ziman: “Di serî de dewleta Elman, divê helwesta dewletên Elman a têkildarî meseleya Kurd bê guhertin. Divê Kurd nebin qurbanê têkîliyên di navbera dewletan de, divê nebin qurbanê berjewendiyan. Divê demildest têkildarî meseleya Kurd ne di asta ku dewleta Tirk dixwaze de, divê bi dîtina realîteyê bi perspektîfeke çareseriyê li meseleyê were nêrîn. Em raya gişî ya Elman a demokratîk jî vedixwînin Newrozê. Divê xwedî li daxwazên rewa yên gelê Kurd derbikevin. Em bang li Kurdan jî dikin ku divê em li dijî qirkirina çandî û fîzîkî li qadan dengê xwe bilind bikin.”