'Em ê desthilatdariya îdamxwazan hilweşînin'

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Ceyhanê di şahiya gel de axivî û got, "Yên ku li qadan siyaseta îdamê dikin wê hêzê wan têra Demîrtaş neke."

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê karê HDP'ê yê ji bo hilbijartinê bê navber dewam dike. Di vê çarçoveyê de li navçeya Ceyhan a Edeneyê şahiyeke gel hate lidarxistin.

Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan, namzetê HDP'ê yê parlamenteriyê yê Hatayê Bariş Atay û namzetên parlamenteriyê yên Edeneyê tevlî şahiyê bûn. Bûldan û namzetên parlamenteriyê bi tilîlî û dirûşma "Bijî Serok Apo" ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, namzet Bariş Atay axivî û diyar kir ku ew dixwazin pirsgirêkan ne bi şer, lê bi aştiyê çareser bikin û got, "Lê wan gotin Na. Ne ji ber tirsa me digot em dixwazin bi aştiyê çareser bikin. Eger têkoşînê dixwazin, em ê bi rengê herî xurt têbikoşin. Madem şer derxistine, madem şer heye, şerê me jî li dijî faşîzmê şerê azadiyê ye."

'EM Ê ZÎHNIYETA KU TECRÎDÊ FERZ DIKE, HILWEŞÎNIN'

Namzeta parlamenteriyê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari jî diyar kir ku wê 24'e Hezîranê bendan hilweşînin û got, "Em ê desthilatdariya ku gefa îdamê li Demîrtaş dixwe hilweşînin. Em ê zîhniyeta ku tecrîdê li ser Birêz Ocalan ferz dike, ya ku li Sûr û Cizîrê komkujî kir, hilweşînin. Mîna ku Birêz Demîrtaş dibêje, em ê bêhêvîtiyê ji holê rakin, hêviyê mezin bikin û teqez bi ser bikevin."

'TI HÊZ NEMA DIKARE KURDAN JI NEDÎTÎ VE BÊ'

Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan jî destnîşan kir ku hemû kombûnên wan vediguherin mîtîngê, mîtîng jî dibin serhildan û got, Ceyhanê biryara xwe daye, wê di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de desthilatdariya AKP'ê bişîne.

Bûldan da xuyakirin ku bi milyonan Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag li qadan e û bi dewamî got, "Ji wan heye ku wan parlamenterên me dîl girtî ne. Lê belê niznain ku hevalên me li girtîgehê jî têdikoşin. Hêza kesî nîne ku dengê hevalên me li girtîgehê jî bibire. Hêza kesî nema ye ku Kurdan bikuje, dengê Kurdan bibire û ji nedîtî ve bê."

Bûldan işaret bi gefên Erdogan ên îdamê kir û got, "Kurd wê destûrê nede vê yekê. Kurd wê nehêle ku Demîrtaş an jî kesekî din bê îdamkirin. Bi destûra Xwedê, em ê di 24'ê Hezîrane de van hemû lêgerînan ji holê rakin."

Piştî axaftinan, girseya gel heta derengiya şevê govend gerand.