‘Em dê nebin emeleyên emperyalîzm û DYA’yê’

‘Em dê nebin emeleyên emperyalîzm û DYA’yê’

Nûner û rêveberên odeyên pîşe û sendîkayên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB, bi hişyariya "Em nabin emeleyên emperyalîzma DYA'ê, dê gel biryara pêşeroja gelên Rojhilata Navîn bidin. Li Sûriyeyê ji mudaxaleya emperyalistan re na" li Enqereyê meşek girseyî pêk anîn. Li Amedê jî bi heman armancê daxuyanî dan.

Nûner û rêveberên sazî û rêxistinên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê bi hişyariya "Em nabin emeleyên emperyalîzma DYA'ê, dê gel biryara pêşeroja gelên Rojhilata Navîn bidin. Li Sûriyeyê ji mudaxaleya emperyalistan re na" li qada Koleşê ya Enqereyê kom bûn û heta Qada Sakaryayê meşek girseyî pêk anîn. Di meşê de Sekreterê Giştî yê KESK'ê Îsmaîl Hakki Tombul, Sekreterê Giştî yê TTB'ê Îlhan Bayazit, Serokê Giştî yê BES'e Ahmet Kesik û bi sedan kesên din tev li meşê bûn. Girsê di meşê de pankatên "Ji emeleya emperyalîzma DYA'ê re na û li Sûriyeyê ji mudaxaleya emperyalîst re na" û "Li Rojhilata Navîn dê gelê Rojhilata navîn biryara pêşeroja xwe bide" vekirin. Komê bê navber sloganên “Qatîl DYA, hevkar AKP”, “Bijî biratiya gelan" qîr kir.

'JI FUZEYÊN PATRIOT YÊ EMELEYÊN EMPERYALIZMÊ RE NA’

Koma ku li ber Kolejê kom bû û heta Qada Sakaryayê meş pêk anî daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê komê Sekreterê Giştî yê KESK'ê Îsmaîl Hakki Tombul diyar kir ku, ew dê nebin kole û emeleyên emperyalîzmê û wiha got: "Kesên kêfxweşin leşkerên NATO li xwe bikin mêvan dê fuzeyên patriot û NATO li xwe bikin mêvan. Em ji vê yekê re dibêjin na. Em dê her tim li hemberî vê yekê derkevin û di rojên pêş de bêtir dengê xwe li hemberî vê yekê bilindtir bikin."

AMED

Platforma Şaxan ya KESK'ê ya Amedê jî hem ji bo êrîşên li hemberî Sûrî pêş dikevin û hem jî ji bo fuzeyên patriotê şermezar bike li ber avahiya Xizmetên Civakî ya Sumerparkê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê komê Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê Saît Baran, daxuyanî da. Baran diyar kir ku, ji bo DYA serdesti û dagirkeriya xwe li herêmê pêş bixe ji xwe re qadek nû vedike û dixwaze Tirkiyeyê ji xwe re bike alav û amûr. Baran da zanîn ku, dema DYA dixwaze li vir xwe bi cih bike AKP'ê dike hevparê xwe û bi xapandin û derewan tev digere. Baran, da zanin ku polîtîkayên DYA yên emperyalist hilweşînên dawên Sûriyeyê ne û dê li hemberî van polîtikayen wêrankirin û talankirinê bêdeng nemînin.

Baran da zanîn ku, mudaxaleya AKP'ê ya li hemberî Sûrî mudaxaleya gelên li Tirkiyeyê ye û ew dê destûrê nedin vê yekê. Baran aşkera kir ku, hikûmeta AKP'ê biratiya gelan xera dike û aloziyê derdixe. Baran amadekariyên fuzeyên patriot û bicihkirina leşkerên NATO jî şermezar kir û xwest hikûmeta AKP'ê dest ji van hewldanên xwe yên şer berde û wiha got: "Bimire emperyalîzm, bijî biratiya gelan"