'Em Cejna Zimanê Kurdî deyndarê şehîdanin'

'Em Cejna Zimanê Kurdî deyndarê şehîdanin'

Li Stockholmê Enstîtuya Kurd bi şahiyekê cejna zimanê kurdî pîroz kirin û şehîdên Gulanê bibîranî.

Di semînera Roja Şehîdan de cigirê serokê Enstîtuya Kurd a Stockholmê Karman Sîmo diyar kir ku şehîdên Gulaê bo tevgera Azadiya Kurd gelek girînge û got Gelê kurd di riya şehîdan de qezencên mezin bidestxistine.

Sîmo got meha gulanê meha şehîdane û got ewladên herî egît yên tevgera Kurd û Tirk di meha gulanê de şehîd ketine û got: “Ger em kurd îro cejna zimanê kurdî pîroz dikin ev ji ber saya têkoşîna Hakî Karer, Îbrahîm Kaypakaya û Dezî Gezmîşe.

Sîmo qeyremeniya şehîdan tu carî ji aliyê gelê kurd ve nehatiye jibîrkirin û di riya wan de  têkoşîn meşandine.

Ji bo şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştîre  Nivîskar Dr Huseyn Xaliqî  pêvajoya dîrokî ya ziman nirxand û pirsgirêkên ziman  nirxand.  Nivîskar Nazîf Mayî jî  bandora du zimanan a li ser zarokan vegot.

ZIMANÊ DAYIKÊ NASNAME Û KESAYETIYE

Xaliqî da zanîn ku mirov di zimanê xwe yê dayikê de xwe dibîne, kesayetî û nasnameya xwe ava dike û got: “Her wiha zimanê hawira ku mirov lê dijîn jî bandoreke mezin li ser kesayeta mirovan dike. Ji ber ku mirov li erdnîgariyên cuda dijîn zimanên cuda jî dertên holê. Ji ber ku zimanên cuda tên axaftin ziman pir pêş de çûn.    Têkoşîna mirovan a li ser erdnîgariya wan tên dayîn zimanê wan diafirîne.  Hemû amûrên cîhanê bi ziman nav lê tê danîn.  Ziman di encama çalakiyên mirovan de derketine holê.

ZIMANÊ NIVÎSKÎ JI CIVAKÊ RE XIZMETÊ DIKE

Xaliqî got ziman hêmayeke girîng ya netewane û got dema ziman nivîskî de di pêşveçûna netew û kesan de roleke gelek girîng dilîze û dema Farsî, Erebî û Tirkî bi nivîskî bê bikaranîn, kurdî ne zimanê fermî be wê demê di nava xwe de pirsgirêka dihundirîne. Ger zimanek bigihe rewşa nivîskî wê demê dewlemendiya wê dertê holê.

1400 SAL BERÊ BERHEMÊN KURDÎ HAT NIVÎSÎN

Xaliqî destnîşan kir ku 17000 sal berê  berhemên kurdî hatine nivîsin û der brê vê de belge hene. Xalîqî wiha got: “Em baweriya beriya vê dîrokê jî berhemên kurdî hatine nivîsin.  Zimanên kurdî zimanekî dewlemende. Dema bibe zimanekî nivîskî dê dewlemendtir bibe.

DI NAVA DU ZIMANAN DE MAYÎN KESAYETA ZAROKAN BANDOR DIKE

Nivîskar û mamoste Nazîf Mayî li ser girîngiya pêşveçûna ziman û pirzimaniyê sekinî. Mayî da zanîn ku zarokên penaber li Ewropa û Swêdê di mijara ziman de zehmetiyên mezin dikişînin û got: “Ji ber ku di navbera du zimanan de dimînin bandorek neyînî li ser pêşveçûna wan dibe. Gelek zarokên di vê pêvajoyê de derbas dibin nasname û kesayeta xwe lêpirsîn dikin. Xwe biyanî dibînin.  Pirsa ez kîme ji xwe dikin. Malbat jî piranî vê rewşê ferq nakin. Mamoste jî vê baş fêm nakin.”

Piştî semînerê xwarin bo Kurdistaniyan hat belakvirin.  Semîner bi stranên Armanc, Gursel, Çavreş, Muzaffer û Xizan Şîlan  dawî bû.