'Em bi xurtî tevlî çalakiya 15'ê Adarê ya li Berlînê bibin'

"Platforma jiyan li dijî tecrîdê" ya li Ewropayê, ji bo çalakiya 15'ê Sibatê li paytexta Elmanya Berlînê dest pê bike û 24 saetan bidome banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya "Platforma jiyan li dijî tecrîdê" ya Ewropayê de, işaret bi berxwedana grevên birçîbûnê hate kirin û hate gotin, "Di serî de rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven, rewşa tenduristiyê ya berxwedêran hemûyan nebaş dibe. Em bi fikar in ku tiştek bi jiyana berxwedêran bê."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, grevên birçîbûnê ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên û hate gotin, "Daxwaza ku Guven dike, mafek e ku di qanûnên Tirkiyeyê de ji her girtiyî re tê naskirin. Mixabin Tirkiye salên dawî ji wesfa dewleta hiqûqê ketiye û li her saziyên dewletê nêzîkatiyeke kêfî heye."

Platformê destnîşan kir, berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guven tê kirin, berxwedana li dijî bêhiqûqiya li Tirkiyeyê ye û diyar kir, Leyla Guven pê zane ku bidawîbûna tecrîdê wê rê li ber demokrasî û aştiya li Tirkiyeyê veke lewma jiyana xwe xist nava rîskê û dest bi çalakiyeke wiha zehmet kir.

Di daxuyaniyê de bang li alîgirên aştî û demokrasiyê hate kirin ku guh bidin banga Leyla Guven û hate gotin, "Aştî û azadî pêwîstiya herî girîng a gelên Tirkiyeyê ye. Tecrîd çareseriya pirsgirêka Kurd bêhtir dixitimîne û tundiyê sor dike."

Di daxuyaniyê de bang li welatên Ewropayê bi taybetî Elmanyayê hate kirin ku ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî jî be li pêşberî Tirkiyeyê bi helwesteke berpirsyar tevbigerin û hate gotin, çareseriya aştiyane, demokratîk û wekhev a pirsgirêka Kurd ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo Rojhilata Navîn û Ewropayê jî gelekî girîng e.

Ji hêzên demokratîk ên li Ewropayê hate xwestin ku piştgiriyê bidin Leyla Guven û têkoşîna aştî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê xurt bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Mîtîng wê 15'ê Adara 2019'an saet 10'an dest pê bike û rojekê bidome. Em bang li demokrat, akademîsyen û welatparêzan hemûyan dikin ku tevlî vê çalakiyê bibin."