‘Em bi saya şehîdan gihan vê astê’
‘Em bi saya şehîdan gihan vê astê’
‘Em bi saya şehîdan gihan vê astê’
Li Edene, Agirî û Amedê gêrîlayên PKK'ê yên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. Di bîranîna de goristan hatin ziyaret kirin.
EDENE
Li taxa Belediyeevlerî ya navçeya Ceyhanê ya Edeneyê MEYA-DER'ê ji bo gêrîlayên PKK'ê yên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dan bernameyekî bîranînê li dar xist. Rêveberên BDP'ê, Dayîkên Aştiyê û bi sedan welatî tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşengên PKK'ê Mahun Korkmaz (Egîd), Kemal Pîr, Mehmet Hayri Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz û alên PKK'ê hatin daliqandin.
Di bernameyê de sloganên "Sehîd namirin", "Dîsa dîsa serhildan serokê Ocalan" û "Bijî serok Apo" hatin qîrkirin. Piştî rêzgirtinê sirûda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin û slogana "Sehîd namirin" hate qîrîn. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Edene Ugur Bayrak têkildarî mijdarê de axivî û wiha got: "Ji Birêz Ocalan ê ku em anîn vê astê re silav dişînin. Heke îro gelê Kurd li cîhanê bê nasîn ev yek bi saya şehîd û serokê me ye. Em soza dê her tim bi wan ve girêdayî bimînin didin."
AMED
Rêxistina BDP'ê ya Peyasê ya Amedê jî bi heman armancê bernameyek li dar xist. Rêveberên BDP'ê, Seroka MEYA-DER'ê Leyla Ayaz, malbatên gêrîlayên PKK'ê û gelek welatî tevlî bernameyê bûn. Piştî rêzgirtinê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Peyasê Davut Kesen axivî û diyar kir ku, bi saya têkoşîna hate dayîn gel Kurd îro di vê astê de ye û wiha got: "Ev me ji bo berxwendana dîroka kurdan gelek girîng e. Heke îro em jiyanekî bi rûmet dijîn ev yek bi saya têkoşîna şehîdên me ye. Kurd şehîdên xwe tu caran ji bîrnakin."
Seroka MEYA-DER'ê Leyla Ayaz jî wiha got: "Kesên di dema têkoşîna kurdan de şehîd ketin rûmeta vî gelî ya herî mezinin. Meha gulanê ji bo me gelek girînge. Di meşa şoreşê de yekemîn şehîd di vê mehê de pêk hatin. Ev meh meha şehîdan e." Piştî axaftina sînevîyon hate pêşandan.
AGIRÎ
Li Agiriyê jî bi heman armancê goristan hatin ziyaretkirin. Endamên Meclîsa BDP'ê, rêveberên BDP'ê û gelek welatiyên din li taxa Kazim Karabekir hatin cem hev û ber bi Goristana Agiriyê ve meşiyan. Li goristanê girseyê gul danîn ser goran û piştî rêzgirtinê sirûda "Çerxa şoreşê" hate xwendin û slogana "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" qîriyan.
Pişt re Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Agiriyê Halef Keklîk axivî û wiha got: "Di têkoşîna kurdan de meha gulanê gelek girîng û watedare. Em îro di şexsê Heqî Karer de hemû şehîdên Kurdistanê bibîrtînin û bejna xwe li ber wan di tewînin." Endamê Meclîsa BDP'ê Rahmî Çelîk jî wiha got: "Em hemû şehîdên xwe li vir careke din bibîrtinîn. Têkoşîna azadiya kurdan bi saya van şehîdan îro hate vê astê."