Em bi piştgiriya cîranên xwe yên kurd dijîn’
Em bi piştgiriya cîranên xwe yên kurd dijîn’
Em bi piştgiriya cîranên xwe yên kurd dijîn’
Malbata Hajxelîl yek ji malbatên kurd yên ku ji ber şerê Suriyeyê koçber bûne ne. Beriya Şer li bajarê Halebê ya Sûriyeyê diman. Piştî şer belav bû neçarî hatin Tirkiyeyê.
Malbata ku li Îzmîrê li taxa xizan a Agora bi cih bûne, di xaniyekê bi kirê de bicih bûne û bendewariya wan a herîm ezin eve ku demeke nêz de şer bi dawî be û vegerin mala xwe.
Ahmed Hajxelîl yê 37salî bi xemaliyê li çar zarokên xwe dinêre. Her wiha her tim kar nabîne û ji ber vê jî malbatên kurd yên li taxê alîkariya wan dikin.
Ahmet Hajxelîl diyar kir ku wî dê, bav û xwişka xwe li Afrînê hiştiye û koç kiriye û got: “Hevserê xwişka min ji aliyê rejîma Esad ve hat girtin. Kurê wê yê 11 salî Alî di bombebaranê de çima we wenda kir. Ji ber vê dê û bav êmin neçarî ligel xwişka min man. Ji ber ku min ew li wir hiştin êş amin mezine.
Hajxelîl destnîşan kir ku birayê wî Rustem Hajxelîl ev 6 sale li Tirkiyeyê girtiye û got ji bo hevdîtinê çûye girtîgeha Şakranê lê destur nedanê.
BOMBE BI SER ME DE DIBARÎN
Hajxelîl wiha got: “Em li Halebê diman. Min karê tamîratê dikir. Piştî şer destpê kir her roj bombebaran dikirin. Şert û mercên mayîna me êdî nemabû. Em nekaribûn ji malê xwe derkevin. Êdî birçîbûnê destpêkiribû. Me jî mehek û nîv berê koçî Tirkiyeyê kir.
HEMALIYÊ DIKIM
Em destpêkê hatin Serêkaniyê û ji wir çûn Nisêbînê. Piştre em hatin Îzmîrê. Me bi alîkariya malbatên kurd ev xanî dît. Ez hemaliyê dikim. Her tim jî kar tune. Ez nekarin kiraya xwe bidim. Bi piştgiriya malbatên kurd em jiyana xwe didomînin. Dewletê tu belgeyek fermî nedaye me. Em nekarin biçin nexweşxanê. Ez dixwazim zarokên xwe bişînim dibistanê lê nabe.
NEKARIM BIRAYÊ XWE BIBÎNIM
Hajxelîl anî ziman ku birayê wî Rustem Hajxelîl jî 6 sale li girtîgeha Tirkiyeyê girtiye û got: “Niha li girtîgeha Şakranê ye. Jiber ku belgeyeke me ya fermî nîne em nekarin wî bibînin. Dibêje mînaka nasnameya xwe bîne. Li Suriyeyê şer heye, dewlet tune, ez çawa belgeyê bînim.
EM DIXWAZIN ROJAVA AZAD BIBE
Hevsera wî Kurdistan Hajxelîl ya 32 salî jî diyar kir ku ew pir berêya welatê xwe dikin û got: “Em naxwazin li vir bijîn. Em dixwazin di demeke kurt de şerê li Suriyeyê bi dawî be. Bila Rojava bi giştî azad be û ji bo vegera me jî şert û merc ava bibin.