Elmanyayê ji ber binpêkirina agirbestê Tirkiye rexne kir
Elmanyayê ji ber binpêkirina agirbestê Tirkiye rexne kir
Elmanyayê ji ber binpêkirina agirbestê Tirkiye rexne kir
Bi êrîşa hewayî ya pêr a artêşa Tirk li hemberî baregehên gerîlayên HPG'ê re binpêkirina pêvajoya agirbestê, ji aliyê Elmanyayê ve hat rexnekirin. Serokê Koma partiyên hikûmetê CDU/CSU Volker Kauder diyar kir ku ev helwesta Tirkiyeyê nayê qebûlkirin.
Navenda Parastina Gel duh bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku du baregehên gerîla yên li herêma Oremar a navçeya Colemêrg Geverê, rastî êrîşa hewayî hatine.
HPG'ê da xuyakirin ku dewleta Tirk bi van êrîşan re agirbest binpê kiriye. Piraniya medya Elman jî cih da vê nûçeyê. Rexneya destpêkê ya li vê helwesta Tirkiyeyê, ji hikûmeta bi serokwezartiya Merkel hat.
Serokê Koma Partiyên Yekîtiya Xiristiyan (CDU/CSU) yên li Meclîsa Federal Volter Kauder, li dû civîna bi parlamenteran daxuyaniyek da û operasyonên artêşa Tirk rexne kir. Kauder bal kişand ser operasyonan û got, "Divê em destûrê nedin ku rewş bi vî rengî be" û Tirkiye hişyar kir.
Kauder bibîr xist ku li Elmanyayê Kurd û Tirk dijîn û got, "Ji ber vê yekê li Elmanyayê pevçûn dikarin rû bidin." Kauder ku yek ji navê girîng ê hikûmeta Elman e, herî dawî xwestibû sekna Tirkiyeyê ya di nava NATO'yê de, di nav NATO de bê nîqaşkirin.