Elmanyayê bersiveke sosret da berxwedêrên Strasboûrgê!

Musteşarê Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê Mîchaelîs got, "Ji ber ku KCDK-E baskê siyasî yê PKK'ê ye em ê bersivê nedin nameyên wan."

Bi navê çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç ji Serokkomarê Elmanyayê Franz-Walter Steînmeîer, Serokwezîr Angela Merkel û Wezîrê Karên Derve Heîko Maas re nameyek şandibû. Tevî ku sê hefte di ser re derbas bûn, rayedarên hikumeta federal bersiv nedan nameyê. Partiya Çep li ser vê yekê mijar xist rojeva Meclîsa Federal.

Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût pêşnûme pirsek pêşkêş kir û li nameyên Yuksel Koç pirsî. Musteşarê Wezareta Karên Derve Andras Mîchaelîs bersiv da pêşnûmeyê.

'BERSIV'A MUSTEŞAR

Di bersiva nivîskî de ku gihîşt ANF'ê, Mîchaelîs ji bo hinceta bersivnedana ji nameyan re got, "Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) organîzasyoneke sîwanî ye ku nêzî PKK'ê ye û li Elmanyayê weke baskê siyasî yê PKK'ê ya qedexekirî tê dîtin. Ji ber vê yekê nabe ku em bersivê bidin nameya bi navê Hevserokê KCDK-E'yê 13'ê Sibatê hatiye şandin."

Lê belê berevajî îdîaya Mîchaelîs, KCDK-E li Ewropayê saziyeke fermî ye û NAV-DEM a li Elmanyayê ser bi KCDK-E ye, organîzasyoneke ku di çarçoveya qanûna komeleyan a Elman de dixebite. NAV-DEM'ê herî dawî li ser meşa xwe ya derbarê Efrînê de ku hatibû qedexekirin serî li Dadgeha Îdarî ya Dusseldorfê dabû û dadgehê 6'ê Sibata 2019'an biryareke wiha dabû: "Di navbera Navenda Civaka Demokratîk-NAV-DEM e.V. û PKK a qedexekirî de cudahiyên mezin hene."

Yuksel Koç di nameyên xwe de yên ji bo Serokwezîr, Serokkomar û Wezîrê Karên Hundir de ji wan xwestibûn ku mîna Serokwezîrê Elman ê salên 1970'î Wîlly Brandt bi wêrekî polîtîkayê bikin û ji bo bidawîbûna tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê.