Di bernameya Hauptstadtstudio de ku di yekemîn qenala Elman a ARD’ê de tê weşandin, bersiva hikûmeta Angela Merkel a ku ji bo pêşnûmepirsa Parlamena Partiya Çep (Dîe Lînke) daye hate weşandin.
Di pêşnûmepirsê de ku bi îbareya ‘veşartî’ cihê xwe digire, hate fêmkirin ku ji bilî desteka Erdogan û AKP’ê ya dide rêxistinên mîna Hamas û Birayên Misilman, hayê hikûmeta Elman baş jê heye ku ji bo çeteyên çekdar ên Îslamîst ên li Sûriyeyê ne jî alîkariyê dikin.
TIRKIYE JI BO KOMÊN ÎSLAMÎST BÛYE ‘PLATFORMA AKSIYONÊ’
Di bersiva hikûmetê de ji bo desteka Hamas, Birayên Misilman û rêxistinên li Sûriyeyê, ev îfade cih girtin; “Nêzîkatiya îdeolojîk a AKP û Serokkomar Erdogan a ji bo Birayên Misilman tê destnîşankirin.”
Bi bersiva hikûmeta Elman jî cara yekem têkîliyên yekser ên mabeyna Erdogan û Hamasê tê ziman.
Di bersiva hikûmetê de tê destnîşankirin ku têkîliyên Tirkiye, Hamas û rêxistinên din bi zanebûn û girêdayî armancakê pêş dikeve, îfadeya, “wek encama vê jî ji sala 2011’an ve Enqereyê polîtîkayên xwe yên hundir û derve Îslamî kiriye, ji bo komên Îslamîst ên li Rojhilata Navîn û Nêz bûye platforma aksiyonê” jî balê dikşîne.
Xalek din a di bernameyê de bal tê kişandin jî li şûna Wezareta Karên Derve, Wezareta Karên Hundir bersivê dide Parlamena Dîe Lînke Dagdelen.
HIKÛMETÊ JI ARD RE HIŞYARIYA ‘TÊKÎLÎ WÊ ZERARÊ BIBÎNIN’ KIR
Piştî bernameya ARD’ê, Musteşarê Wezareta Karên Hundir Ole Schroder daxuyanî da, hate destnîşankirin ku ‘ji ber berjewendiyên dewletê’ wê tevahî detayên bersiva pêşnûmepirsê ji raya giştî re neyê ragihandin.’
Ji parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Rolf Mutzenich jî ji ber belgeya veşartî weşandiye dengê xwe li kanala ARD’ê kir. Mutzenich got ‘ têkîldarî texmînek wisa hesas û berfireh dikarîbû ji Wezareta Karên Derve re bê pirsîn” û di axaftina xwe de ragihand ku divê têkîliyên bi Tirkiyeyê re zerarê nebînin. Wek hinceta vê jî endamtiya Tirkiye ya NATO’yê û leşkerên Elman ên hê li Tirkiyeyê ne nîşan da.
DAGDELEN: HIKÛMETA ELMAN GEL DIXAPÎNE
Parlamentera Dîe Lînke Sevîm Dagdelen di bernameya ARD-Hauptradiostudio de axivî, got hikûmeta Elman ji ber li beramberî Tirkiyeyê ya ku bûye ‘hêlîna Îslamîstên çekdar’ bêdeng dimîne dibe şirîkê vî sûcî. Dagdelen rexne kir ku tevî Tirkiye ‘ ji bo komên terorê yên Îslama radîkal bûye platforma aksiyonê” jî hê wek ‘hêqeq wê bişkê’ li Erdogan tê nêrîn.
Dagdelen destnîşna kir ku hikûmeta Elman raya giştî dixapîne, rexne kir ku tevî belgeyên veşartî dizanin jî li derve hewl didin hikûmeta Tirk ‘erênî’ nîşan bidin.