Elmanya li dijî faşîstên Tirk dikeve nav hewldanan

Piştî Fransaye Elmanya jî xwe amade dike ku hêza paramîlîter a dewleta Tirk a bi navê Tevgera Gurên Boz qedexe bike. Pêşnûmayên qanûnan ên partiyên desthilatdarî û mûxalefetê ya li dijî Tevgera Gurên Boz wê îro li Meclîsa Federal were nîqaşkirin.

Welatên Ewropayê yên ku bi salan in li dijî nijadperestên Tirk bêdeng in, ji bo qedexekirina van koman dikeve nav hewldanan. Fransayê çend roj berê Tevgera Gurên Boz ên ketibûn nav bûyerên şîddetê qedexe kiribû. Elmanya jî di vî warî de gava xwe ya cîddî îro diavêje.

Ji bo qedexekirina xebatên komeleyên têkiliya wan bi Tevgera Gurên Boz a nîjadperestên Tirk du pêşnûmayên qanûnan ên cihê pêşkêşî Meclîsa Federal hate kirin. Ev pêşnûmayên di destê ANF’ê de yek jê ji aliyê Partiya Çepgir û ya din jî ji aliyê partiyên hikumetê hatiye amadekirin. Partiyên hikumet ava kirine CDÛ/CSÛ, SPD, Partiya Keskan û FDP jî piştgiriyê didin pêşnûmaya duyemîn.

DIBE KU ÎRO BIRYARA QEDEXEYÊ WERE DAYÎN

Hate diyarkirin ku ber destê êvarê dibe ku ev pêşnûma were nirxandin.Piştî xwendin û nîqaşkirinê dibe ku li Meclîsa Federal biryar were dayîn. Li gorî agahiyên ji nêzî Partiya Çepgir hatine wergirtin, dibe ku her du pêşnûma jî bibe yek.

Partiya Çepgir dixwaze ku têkoşîna li dijî komên nijadperest ên Tirk tevdîrên tund werin girtin. Partiya Çepgir diyar dike ku fikra nijadperestiya Tirk li dijî nirxên mirovayetiye ye û nijadperestên Tirk Kurd di serî de gelek komên etnîk û olî yên li Tirkiyeyê dikin hedef.

Di pêşniyaza Partiya Çepgir de ya ku 8 xal tê de hene, tê xwestin ku hemû sembol, komele û xebatên Tevgera Gurên Boz were qedexekirin û kesên Tevgera Gurên Boz gefê li wan dixwe jî divê hevgirtina bi wan re zêde bibe. Di pêşnûmayê de tê xwestin endamên Tevgera Gurên Boz divê werin şopandin û darizandin.

Pêşnûmaya duyemîn a partiyên Elmanyayê amade kirine jî qala xetereyên fikra Tevgera Gurên Boz tê kirin û tê xwestin ku divê li dijî van komên nijadperest ên Tirk tevdîrên tund werin stendin, xebatên komeleyên li gorî qanûnan tevnagerin jî divê werin qedexekirin.

Tevgera Gurên Boz ên li Elmanyayê di bin navê Federasyona Komeleyên Tirkên Nijadperest ên Demokratîk a Elmanyayê (ADUTDF)ê xwe birêxistin kirine . Tê diyarkirin ku 170 komele endamên vê federasyonê ne û bi giştî 7 hezar endamên wan hene. Li gorî saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê ev hejmar ji 10 hezaran zêdetir e.

Komên nijadperestên Tirk bi salan êrîşî Kurd, Ermen û Cihûyên li Tirkiyeyê dikirin û di salên dawîn de jî bûbûn çeteyên paramîlîter ên Erdogan. Welatên Ewropayê bi salan li dijî van nijadperestên Tirk bêdeng dima.

Çend meh berê li Fransayê rêveberiya welar biryar dabû ku Tevgera Gurên Boz fesh bike û tê payin ku qedexeyeke bi vî rengî li welatên Ewropayê yên din jî were destpêkirin.