Elmanya dixwaze hîn bêhtir bertîl ji Tirkiyeyê re bê dayin!

Wezîrê Karên Hundir ê Elman Seehofer ku ji bo çareserkirina krîza penaberan bi heyeteke Yekîtiya Ewropayê çû Enqereyê, ji bo alîkariya madî ya bêhtir bidin rejîma Erdogan lampeya kesk vêxist.

Hejmara penaberên ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanîstanê dibin dema dawî ji nû ve zêde bû ku vê yekê Yekîtiya Ewropa bi taybetî Elmanya xiste nava fikaran. Di çarçoveya peymana der barê penaberan de ku Yekîtiya Ewropayê sala 2016'an bi desthilatdariya Erdogan re kir, penaberên ku serlêdanên wan ên li Yewnanistanê hatin redkirin divê li Tirkiyeyê bên vegerandin. Ji bo ev pêvajo bi xurtî bê kirin heyetek bi pêşengiya Wezîrê Karên Hundir ê Elman Seehofer çû Enqere û Atînayê.

Heyetê bi Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû re hevdîtin kir. Heyet û Soylû piştî civînê ji çapemeniyê re axivîn. Soylû îdîa kir ku wan peymana bi Yekîtiya Ewropayê re mohr kirin bi cih anîne û got, "Em li bendê ne ku Ewropa jî bi heman rengî tevbigere." Soylû bi rengekî eşkere got ku wê ji bo 'herêma ewle' ya ku Erdogan li ser dixebite û dixwaze paqijiya etnîkî li Rojavayê Kurdistanê bike daxwaza alîkariyê bike.

Wezîrê Elman Seehofer qet qala binpêkirina mafên mirovan û zextên li Tirkiyeyê nekir û bi rengekî balkêş pesnê rejîma Erdogan da.

Seehofer diyar kir ku ew dixwazin peymana der barê penaberan de xurt bikin ku di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê de hate amadekirin û got, "Li her devera ku em karibin mijarê xurt bikin, em amade ne tevkariyê bikin." Daxuyaniyeke bi vî rengî ya Seehofer welê hate şîrovekirin ku di berdêla hiştina koçberan li Tirkiyeyê Yekîtiya Ewropa amade ye ku alîkariya pereyan bide rejîma Erdogan.

Tirkiyeyê ji bo vê heta niha 6 milyar Euro alîkariya pereyan ji Yekîtiya Ewropayê wergirtiye. Rejîma Enqereyê jî dixwaze 2 milyar Euroyên din ji Yekîtiya Ewropayê werbigire. Ji ber ku Yekîtiya Ewropa vî pereyî li gorî budçeya welatên endam belav dike piraniya wê ji Elmanyayê tê.

Ji bilî 'desteka ji bo herêma ewle' û alîkariya pereyan, tê payin ku rayedarên Tirk ji Seehofer bixwaze ku bêhtir zextê li Kurdên li Elmanyayê bike û mûxalîfên ku Tirkiye wan dixwaze radestî wan bike. Seehofer û heyeta pê re wê îro bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re hevdîtinê bikin û piştre derbasî Atînayê bibin.