Elewiyên li Fransayê: Em ê li dijî faşîzma AKP'ê heta dawiyê li ber xwe bidin
Elewiyên li Fransayê dijîn li bajarê Caûdanê çalakiyek pêk anîn û destnîşan kirin, ku ew ê berxwedana xwe ya li dijî faşîzma AKP'ê mezintir bikin.
Elewiyên li Fransayê dijîn li bajarê Caûdanê çalakiyek pêk anîn û destnîşan kirin, ku ew ê berxwedana xwe ya li dijî faşîzma AKP'ê mezintir bikin.
Li bajarê Caûdan ê li herêma Morbîhan a Fransayê, Komeleya Elewiyan a Morbîhanê bi şiyara "Ji bo aştiya gerdûnê dest bi dest" çalakiyek lidar xist. Elewî û dostên wan ên li bajarên Lorîent, Rennes, Nantes û derdora wê beşdarî çalakiyê bûn.
Axaftina destpêkê ji aliyê Serokê Komeleya Elewiyan a Morbîhanê Muslum Demîrkopru ve hat kirin. Piştre Serokê Yekîtiyên Elewiyan ên li Fransayê (FUAF) Erdal Kiliçkaya peyivî û bal kişand ser faşîzma AKP'ê. Kiliçkaya diyar kir, gelê Kurd têkoşîna rûmetê meşînin, ew vê têkoşînê silav dikin û destnîşan kir, ku divê hemû bindest li dijî AKP'ê bibin yek.
'EM Ê BERXWEDANÊ MEZINTIR BIKIN'
Kiliçkaya bal kişand li ser politikayên AKP’ê yên ji bo tinekirina Elewiyan û diyar kir, avakirina kampa ji bo çeteyan a li Mereşê, rûyê AKP'ê baştir dide nîşandan. Kiliçkaya da xuyakirin, ku ew ê têkoşîna xwe mezintir bikin.
Piştî axaftinan li ser derewên medya Tirk lîstikek şano ya pêşkêşkirin û dûre hunermend Mîkaîl Arslan, Mûstafa Aydin, Sirlem Ketan, Gurkan Bozoglû û Koma Şengalê derketin ser dikê.