Elewiyên li Edmontonê li dijî komkujiyan çalakî lidar xistin

Li Edmontonê, li dijî komkujiyên Mereş, Roboskî û Parîsê çalakiyek hat lidarxistin.

Li bajarê Edmonton ê eyaleta Alberta ya Kanadayê, bi dirûşma "Ji Mereşê heta Roboskî, ji Roboskî heta Parîsê em komkujiyan şermezar dikin" çalakiyek hat lidarxistin.

Çalakî li Komeleya Alberta Seyîd Riza Alewî Assocîatîon (Mala Seyîd Riza) bi beşdariya zêdeyî sed kesî pêk hat.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîona azadî û demokrasiyê, têkildarî komkujiyên Mereş, Roboskî û Parîsê axaftin hatin kirin û kurte fîlm hatin nîşandan.

Çalakî bi gotina stranan bi dawî bû.