Nûçeya Lezgîn: KCK: Ji ber sedemên ewlehiyê wê rojnamevan beşdarî merasîmê nebin

Elewî di sala 2012’an de jî di hedefê de bûn

Elewî di sala 2012’an de jî di hedefê de bûn

Rapora ku ji aliyê Komeleya Çanda Elewî ya Hubyar Sultan ve hatî amade kirin destnîşan kir ku, di sala 2012’an de jî êrîş û cûdakarî li hember Elewiyan dom kiriye. Li 9 deverên cûda malên elewî lê dirûnin hatin îşaret kirin. Li hinek deveran Elewî vexwendin Misilmantiyê. Li dibistanan bi zorê waneyên naveroka wan olî biwan dan hilbijartin. Rêveberên Elewî hatin binçavkirin, Akademiya Elewiyan ya Dêrsimê hate girtin.

Komeleya Çanda Elewiyan ya Hubyar Sultan, Rapora 2012’an ya Şûpandina Binpêkirinan Mafên Elewiyan li avahiya ÎHD’ê bi civînek ya çapemeniyê aşkera kir. Serokê Komeleyê Alî Kenanoglû rapor aşkera kir û got wan ev rapor ji Serok Komartiyê, Serokwezîrtiyê, Serokatiya Meclisa Tirk, partiyên siyasî, rêxistina şûpandina mafê mirovan û saziyên sivîl yên civakî, Delegasyona Tirkiyeyê ya Yeketiya Ewropayê û Komîsyona Mafê Mirovan ya Parlementoya Ewropayê re şandine.

9 DEVERAN MAL HATIN ÎŞARET KIRIN

Hinek binpêkirinên mafan yên ji 60 bûyerên di raporê de hatine aşkera kirin:

“Li dijî girtiyên Elewî cûdakariya baweriyê hatiye kirin.

Li 9 deverên cûda malên Elewiyan hatin îşaret kirin. Li hinek cihan Elewî vexwenin Misilmantiyê.

Ji aliyê yekîneyên îdarî ve biryar hate girtin ku cemxane bên xirab kirin, li hinek cihan jî cemxane rastî êrîşê hatin. Ceza ji kesên wisan kirîn re hat birîn.

Gotinên weke Cemxane ne cihê îbadetê ne hîn bilindtir bû û ev di biryarên darazê de jî derketin.

Li dibistana bi rêya waneyên vebijêrk ferz kirin û helwestên cûdakar li hember Elewiyan zêdebûn, waneyên naveroka wan olî bi zorê dane hilbijartin. Yên ne hilbijartin jî bi çênekirina qeydan gef lê xwarin.

Leşkerên Elewî yên di leşkertiyê de hatin kuştin û ji aliyê dewletê ve weke ‘şehîd’ hatin binav kirin, du merasim jêre hatin kirin, di merasima cemxaneyê de tu peywirdarên dewletê tevlî nebûn. Merasimên ku peywirdarên dewletê tevlîbûn li mizgeftê hatin kirin.

Rêveberên Elewiyan hatin binçavkirin û Akademiya Elewî ya Dêrsimê hate girtin.

Biryara demboriya doza Komkujiya Madimak Sêwasê û têkildarî mehkumxwariyan hewildanên ispartkirina ew bêgunehin, ev gûman ji aliyê Elewiyan ve hate hîskirin. Gelek rêze bûyerên ku ev gûmane derxist çêbûn.”

‘MAKEZAGONA NÛ PÊWÎSTE LAÎK Û DEMOKRATÎK BE’

Di raporê de di serê pêşniyarên çareseriyê de fikra “Pêwîste di makezagona nû ya bê çêkirin de rêgezên demokratîk û laîk bêne qebûl kirin”. Di rapora ku hate gotin, pêwîste dewlet wekhev nêzî hemû ol û baweriyan bibe û her wiha dewlet olê rêkûpêk neke, pêşniyarên din jî wiha rêz kirin:

“Pêwîste saziyek ol ya dewletê tunebe, pêwîste dewlet di çi organîzasyonên olî de nebe, pêwîste nebe piştevan û astengvanê wê.

Pêwîste perwerdeyên ol û baweriyê ne di dibistanan de, di îbadetxaneyên girêdayî wan baweriyan de ji aliyê mensûbên wan baweriyan bên dayîn.

Pêwîste li dijî pêkanîn û gotinên cûdakar, heqaretwarî, nefret yên li hemberî hemû cure bawerî û nasnameyan ceza bêt dayîn û ji bo civakên salene têne mexdûr kirin û biyanî kirin cûdakariyek pozîtîf di makezagonan nû de bêxin bin ewlekariyê.

Ji bo komkujiyên di nava civakê de birînên kûr vekirine, pêwîste saziyên ‘Komîsyonên Lêkolîna Heqîqet û Rûqaliyê’ bêne avakirin û hêjan encamên berdewama van komkujiyan ji holê rakin.”

NÛÇEYÊN DI ÇAPEMENIYA HIKUMETÊ DE DIREWIN

Serokê Komeleya Çanda Elewiyan ya Hubyar Sultanê Alî Kenanoglû bersiva nûçeyên di çapemeniya hikumetê derdikevin de yên weke “Elewiyan bixwe malên xwe îşaret kirin” da. Kenanoglû balkişande ser ku, ev nûçeye direwin û wiha axivî: “Du ciwanên ku gotin mal îşaret kirine û binçavkiribûn serbest berdan. Ciwanek ji wana duh şev daxuyaniyek da. Got, weke ku di nûçeyên berê de derbazbûyî ew ne endamê çi komeleyên Elewiyane. Her wiha wî ciwanî da zanîn ku, polîsan pêkûtî li me kir ku, em îfadeyên ‘me mal îşaret kirin’, lê belê wana îfadeyek wisan îmza nekirine. Got, îfadeyên ku îmza nekirine jî serwîsî çapemeniyê kirine. Yanî nûçeyên mijara gotinê yek jî neraste.”

Ji bilî rêxistinên Elewiyan di civîna çapemeniyê de nûnera Komîsyona Gelan û Baweriyan ya HDK’ê Hatîce Altinişik û hûnermend Sûavî jî amade bû.