'Elçî di lîsteya mirinê ya JÎTEM’ê de bû!'

Neşet Gîrasûn ê ku heval, xizm û parêzerê malbata Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku hat qetilkirin e ji ANF’ê re axivî…

Parêzerê malbata Elçî, Girasûn bal kişand ku polîsan Elçî qetil kirine û wiha axivî: “Ger îradeyek xurt a meqamên lêpirsînê û emniyetê hebûya, delîl wê bihata komkirin.” Parêzer Girasûn di axaftina xwe de ev îfade bikar anî: “…Jixwe îstîxbarat di dest emniyetê de hebû ku wê rojê wê hinek li wir bên sekinandin, lê tevî vê jî ti agahiyan nadin Birêz Elçî." 
Neşet Gîrasûn ê ku heval, xizm û parêzerê malbata Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku hat qetilkirin e ji ANF’ê re axivî… 

'ROJA BÛYERÊ DIKARIBÛN DELÎL KOM BIKIRANA'

Piştî Tahîr Elçî hat qetilkirin tavilê qedexeya kolanan hate îlankirin. Li gor we di wê demê de dikaribûn li cihê bûyerê karên lêkolîn û komkirina delîlan çêbibûya?

Axaftinek bi nav û deng a Tahîr Elçî hebû, her tim digot; ‘Polîsê Amedê çi pirsgirêkê bixwazin dikarin çareser bikin.’ Ji ber vê jî dema hê cesedê Tahîr Elçî li erdê bû û kolan ji aliyê wesayîtên zirxî hatibûn dorpêçkirin, ger îradeyek xurt a meqamên lêkolînê û emniyetê hebûya, jixwe pevçûn jî tinebûn, delîl dikarîbûn bihatana komkirin. Di vê mijarê de ti gumanên min tinene.

' YA LI ELÇÎ KET NE MIMKÛN E KU DENDIKA WÊ GULEYÊ BE’ 

Wezareta Edaletê dendikek deformebûyî nîşan da. Hûn bi rastî jî difikirin ev dendika ku wek delîl piştî rojan hat nîşandan dendika guleya Elçî qetilkirî be?
Di vê mijarê de fikarên me yên cîdî hene. Ji ber em dizanin ku li wê kolanê bi sedan gule hatine reşandin. Di dîmenan de jî heye ku piştî Tahîr Elçî dikeve erdê, polîs li derdora xwe û hewayê guleyan direşînin. Li cihê bûyerê gelek dendikên guleyan mirov dikare bibîne. Ji ber vê yekê mirov bi awayekî teknîk nikare bibêje ev dendika guleya deformebûyî ya li Tahîr Elçî ketî ye. Pisporên tipa edlî jî heman fikrî parve dikin.

'GER JI DÛRANÎ GULE BAVÊTANA WÊ GULE LI SERÎ BIKETA'

Tê gotin ku ji mesafeyek dûr gule hatiye avêtin…
Ji mesafeyek dûr gule avêtin mijarek teknîk e, ji ber vê jî dibê têkîliya wê peyva yekemîn di serê me de zindî dibe neyê danîn. Ango metreyek jî wek mesafeyek dûr tê hesibandin. Jixwe polîs jî 3-4 metreyan jê dûr bûn. Guleyên ji çekên wan jî derketin mirov dikare wek mesafeya dûr bihesibîne. Eger ji mesafeyek pir dûr gule bihata reşandin wê diyar biba, ji ber ku wê dendika guleyê di serî de bima.

Beriya gule li Elçî bikeve, li ber lingê paş ê Mînareya Çarling e. Lê piştî gule lê dikeve, tê dîtin ku devdevkî li ber lingê pêşî yê mînareyê ketiye. Gelo dema polîsan gule li hêla din direşand, dixwest ku xwe ji nuqteya lê ye rizgar bike?

An gavek du gav avêtiye û ketiye erdê an jî îxtîmalek mezin wek we jî diyar kir xwestiye bireve an jî xwestiye derbasî aliyê din ê mînareyê bibe.

Piştî cînayetê di dîmenan hate dîtin ku polîsekî sivîl ê pardesuyu reş lê ye, gule direşîne û piştre jî çeka xwe bi yek a din diguhere. We der heqê vê mijarê de ti lêkolîn kir?

Me dîmen baş temaşe kirin û li cem guhertina çekan, li cihê bûyerê 2 polîsên dîmenan digirin hene. Ev polîsê em dibêjin bi pardesuyê reş jî çeka diguhere ji ber nava polîsê dîmenan qeyd dike dikşîne û digire. Min ev mijar ji Wezareta Edaletê re pirs kir, lê ti kesî bersiv neda min. Lê piştî me careke din dîmen lêkolîn kir û şahid guhdar kirin, em gihiştin wê qeneatê ku ji ber guleyên polîs bi dawî dibin çeka polîsê din digire.

ITIRAFA WEZIRÊ EDALETÊ

Wezirê Edaletê ji bo vê kuştinê çi dibêje?

Ji me re çar îxtîmal rêz kir. Got ku, Yek, dibe planek sûîqestê be; dudu, dibe ku li wir bi çekên polîsan ve hatibe kuştin; sê, dibe ku gule ji aliyê xendekan ve hatibe; çar, dibe ku gule ji çekên mîlîtanên direviyan derketibe.  Min jî ji wî re got ne mimkûn e gule ji aliyê xendekan hatibe. Ji ber ku xendek kolanê nabîne; îxtîmala guleyên çekên mîlîtanan jî sifir e. Ji ber ku mîlîtanê direviya ne mimkûn e çek berdabê. Mîlîtanê li pey jî çeka xwe davêje polîsan. Herî dawî du îxtîmal dimînin. Dema min ev ji Wezîrê Edaletê re got, hem Midûrê

Emniyetê hem jî dozger li wir amade bûn û li ser gotina min nikarîbûn parastinekê bikin. 
Îfadeya polîsên ku li cîhê bûyerê gule reşandin hatin girtin?

Em nizanin girtine an jî negirtine, ji ber em hê negihiştine wan îfadeyan.

We digot, di lîsteya mirinê ya JÎTEM’ê de bû?

Erê. Tahir Elçî sala 1993’an di binçavkirinên bi navûdeng yên parêzeran de, hatibû binçavkirin û li navenda JÎTEM’ê ya Amedê 25 rojan hat îşkencekirin û sê mehan hat girtin. Lê bi ti awayî paş de gav navêt, dest ji cînayetên kiryarên wan ne diyar berneda. Di sala 1988’an de dema kû xwendekarê Fakûlteya Hiqûqê bû dîsa hat binçavkirin û bi destê Hanefî Avci hat îşkencekirin. 

‘AGAHÎ NEDAN ELÇÎ’

Dihat zanîn ku wê Elçî daxuyaniya çapameniyê bide. Gelo hûn difikirin ku ewlehiyên pêwîst hatibin girtin?

Na ti carî ewlehiyên pêwîst nehat girtin. Di vê mijarê de dihat zanîn ku cîhe nêzî Elçî wê daxuyaniyê bide wê operasyon pêk were. Ev îstîxbarat ji aliyê Midûriyeta Emniyetê ya Amed hatibû bidestxistin. Agahiya emniyetê ji daxuyaniya çapameniyê jî beriya rojekê hebû; tenê em di vê çarçoveyê de binêrin diyar e ku dewlet ewlehiya Tahir Elçî negirtiye. Ev rewş jixwe berpirsiyariya dewletê a di vê cinayetê de nîşan dide. Jixwe wê rojê agahiya emniyetê jê hebû ku wê rojê wê hinek kes bihatana sekinandin, lê tevî vê jî agahî nedan Tahîr Elçî. Ger li wir behsa êrîşekê an jî pevçûnekê bihata kirin îxtîmalek mezin wê Tahîr Elçî daxuyanî betal kiriba. 

‘JI ALIYÊ HANEFI AVCI ÎŞKENCE DÎT’

Gumanên we heye ku ev kuştin jî bibe ‘kiryara wê nediyar’?

Tahîr Elçî wek ji aliyê Kurdistan û Tirkiyê dihat zanîn, hemû jiyana xwe ji bo ronîkirina ‘kiryar nediyaran’ derbas kir. Ez wek kesekî ji nêz ve dinasim dikarim wiha bibêjim: Tahîr Elçî di roja destpêkê heta îro dema dest bi vî karî kiriye, ango li fakulteya hiqûqê dema xwendevan bû, gefa mirinê dixwar û ketibû lîsteya JÎTEM’ê  û her tim bû kesekî ku ji aliyê desthilatdarên siyasî nayê tehamulkirin. Kesê ku di bin van gefên mirinê de jiyana xwe bi hiqûqê derbas kir, aqûbetek bi vî rengî wê bêtir êşê bide mirov. Jixwe em pratîkê dewletê dizanin. Wek mayina ‘kiryara wê nediyar’ me şaş nake, lê em ê dest ji vê bernedin.

‘BERIYA 10 ROJAN ZANÎBÛ KÛ WÊ BÊ HEDEF GIRTIN!’

Di mehên dawî de li Kurdistanê em bûn şahidê kiryarên wekî yên salên 1990’î. Em dikarin bêjin li pişt hedefgirtina Elçî de pêkhateyên dişibin JÎTEM’ê yên dewletê hene?

Tahir Elçî beriya bê qetilkirin bi 10 rojan ji min re gotibû, “Li Tirkiyeyê rewşek kaosê heye, yên ku dixwazin aştiya civakî hîn zêdetir dînamît bikin, her wiha yên dixwazin vê pêvajoya nediyar hîn kûrtir bikin re ez hedefek herî baş im.  Kampanyaya lîncê a piştî gotina wî ya “PKK ne rêxistinek terorîst e”, li ser vê yekê, darazê piştgiriya dijberiya Elçî kir û heta der barê wî de bi biryara girtine bû şirîkê vî sûcî, li cem me bi awayekî mafdar nêrîneke ku polîtîkaya dewletê ye da avakirin.