El Qaîdeyî yên ji Ebû Gûreyb reviyan di Tirkiyê re derbasî Sûriyê bûn
El Qaîdeyî yên ji Ebû Gûreyb reviyan di Tirkiyê re derbasî Sûriyê bûn
El Qaîdeyî yên ji Ebû Gûreyb reviyan di Tirkiyê re derbasî Sûriyê bûn
Li gorî nûçeya ku di kovera Emerîkî Foreîgn Polîcy de hat weşandin, bi sedan endamên El Qaîdeyê yên di dema serdegirtina girtîgeha Ebû Gûreyb a Iraqê reviyan, di Tirkiyê re derbasî Sûriyê bûn. Kovar li Dîlokê, bi yek ji endamên El Qaîde yê reviyaye Ebû Omer re axivî. Ebû Omer got, 6 hevalên wî yên hucreyê yê li girtîgeha Ebû Gûreyb derbasî Sûriyeyê bûne.
Ebû Omer di axaftina xwe ya ji kovarê de diyar kir ku hîna gelek endamên El Qaîdeyê li ser rêya Sûriyeyê ne û wiha got; “hemû kes dixwaze biçe cîhada li Sûriyeyê.”
Foreîgn Polîcy bi rêya mûxalîfekî Sûriyeyî yê li Tirkiyê, ku pêwendiya xwe Dewleta Îslamî ya Iraq û Levantê heye, xwe gihand Ebû Omer û pê re hevdîtin kir. Ebû Omer li girtîgeha Ebû Gûreybê 26 mehan hatibû ragirtin. Ebû Omer di hevpeyvînê de temenê xwe naxwaze bêje û bi tenê dibêje ew di temenê 20 saliyan de ye.
Ebu Omer ku diyar kir di girtîgehê de gelek milîtanên Dewleta Îslamî ya Levant û Îraqê naskirine û got ku ew ji fikrên vê rêxistinê, fêrî rêya herî baş a anîna Xelifetiyê bûye û biryara tevlîbûna Dewleta Îslamî ya Levant û Iraqê daye. Di meha Tîrmehê de, bi çalakvanên xwekujî û rokêtan li hemberî girtîgeha Ebû Gûreybê çalakî hatibû kirin û di encamê de jî zêdeyî 500 girtî reviya bûn. Li gorî agahiyên ku rayedarên dewleta Iraqê dane, di bûyerê de 29 wezîfedarên ewlekariyê hatine kuştin.