El Qaîdeyê DAIŞ rakir, El Nusra ma
El Qaîdeyê DAIŞ rakir, El Nusra ma
El Qaîdeyê DAIŞ rakir, El Nusra ma
Lîderê El Qaîdeyê Eyman El Zewahirî fermanda ku rêxistina Dewleta Îslamî ya Iraq-Şamê (DAIŞ) bibe du rêxistin. Zewahirî aşkera kir ku, baskê El Qaîdê yê Sûriyeyê tenê Baskê El Nusra ye.
Lîderê El Qaîdeyê Eyman El Zewahirî di daxuyaniya ku îro di televîzyona El Cezîre belavbû de got: “Dewleta Îslamî ya Iraq-Şamê dê ji holê rabe, tenê Dewleta Îslamî ya Iraq dê ji bo operasyonan bimîne.”
Zewahirî da diyarkirin ku, Baskê El Nusra baskê El Qaîde ya Sûriyeyê ye û anî ziman ku Şefê El Qaîdeya Iraqê Ebû Bekir El Bexdadî gotiye “Heta pesendkirina wan nebe yan jî agahiyê nedin wan avakirina DAÎŞ’ê şaşiye.” Zewahirî li aliyekê din jî aşkera kirk u, ku şefê El Nusrayê Ebû Mihemed el Cûlanî gotiye “Heta ew pesend nekirin û agahiya wan jê ne redkirina DAIŞ’ê şaşiye.”
Lîderê El Qaîdeyê destnîşan kir ku, Dewleta Îslamî ya Iraqê dê faliyetên xwe li Iraqê bike û anî ziman ku, Baskê El Nusrayê jî “dê têkiliya wê bi fermandariya giştî re hebe û bibe baskek serbixwe yê El Qaîdeyê.” Zewahirî fermanda ku, eger pêwîst kir û mumkun bû herdu rêxistin jî dê alîkariyê bidin hev.
Daxuyaniya Zewahirî jî pirsgirêkên di navbera DAIŞ û El Nusrayê derxistin holê. Ev daxuyanî piştî hêzên El Qaîdeyê rastî hêzên YPG’ê binketin hate kirin.
Komên El Qaîdeyê ên piştgiriya Tirkiyeyê jî digirin, bitaybet ji ber sûcên li hemberî sivîl û komên muxalefetên Sûriyeyê dike bertekên mezin digire.
Zewahirî têkildarî sûcên ku hêzên El Qaîde dike jî bertek nîşanî “êrîşên bêdestûr ên li ser Misilmanên din” da û got: “Hemû mucahîd ji dervey biryara dadgeha biraye pêwîste rêz nîşanî Misilmanan bide.” Zewahirî di daxuyaniya xwe de li ser êrîşên ku li dijî xelkê sivîl tê kirin û weke sûcê mirovahiyê têne zanîn jî tiştek negot.