El Qaîdeya Iraqê: Koma El Nusra girêdayê me ye
El Qaîdeya Iraqê: Koma El Nusra girêdayê me ye
El Qaîdeya Iraqê: Koma El Nusra girêdayê me ye
Serokê El Qaîdeyê yê li Iraqê peyamek weşand diyar kir ku, Eniya El Nusra ( Cephet-el Nusra) ya ku li Sûriyeyê şer dike komeke girêdayê wane û îlan kir ku, armanca wan ewe ku li Sûriyeyê dewleteke îslamî ava bikin.
Ebu Bekîr El Bexdayî di peyama xw y a ku di malpera cîhadiyan de weşan de diyar kir ku, El Nusra bi rastî girêdayê El Qaîdeyê ye û baskekî Dewleta Îslamî ya Iraqê (ISI) ye. Bexdayî destnîşan kir ku, her du ji vir şûnde dê li ser navê Iraq û Dewleta Îslamî ya Rojhilat tevbigerin.
El Bexdayî diyarkir ku, bi komên din yên cîhadî re, xwe amade dikin ku îtîfaqek bi şertê ku welatiyên Sûriyeyê bi qanûnên şerîatê bê bi rêvekirin, ava bikin.
Heta roja îro Eniya El Nusra wek komeke zêde pêşve çûyî dihat nirxandin û dihat gotin ku, dibe ku têkiliya wê bi El Qaîde re hebe. Di pevçûnên li Sûriyeyê de koma ku her tim dihat rojevê di mehên dawî de hêza xwe zêde kir û ji sînorên Tirkiyeyê dem bi dem derbaz dibû û êrîşê kurdan dikin. Li Serêkaniyê jî bi koma ku mewziya wan li Tirkiyeyê bû re pevçûnên dijwar rûda bû.
Li gorî agahiyên nû hatine bidestxistin koma El Nusra li Serêkaniyê di nava amadekariya êrîşê de ye. Hate hînbûn ku YPG’ê li dijî êrîşên heyî hêza xwe zêde kiriye.