El Nûsra li sînorê Hatay-Îdlîb'ê xeracê distîne

El Nûsra li sînorê Hatay-Îdlîb'ê xeracê distîne

Piştî ku deriyê sînor ê Bab-Ul Hawa yê ser sînorê Hatay-Suriyê ket destê El Nûsra, tê gotin Tirkiyê kontrolên li ser sînor rakiriye û çavên xwe li liv û tevgera çeteyan digire. Hat îdîa kirin ku li pêşberî qereqolê, çeteyan kon vedane û ji kasibkaran (qeçaxçî) bi zorê xeracê distînin.

Li gorî nûçeya rojnameya Cûmhûriyetê, piştî ku deriyê sînor ê Bab-Ul Hawa ket destê Eniya El Nûsra, qereqolên Kûşakli  û Yalankoz a li Kirikhaa navçeya Hatay Reyhanliyê hatine rakirin. Li ser sînor, çeteyan 3 kon vedan û ji kasibkarên diçûn û tên, xeracê distînin.

Der heqê mijarê de Parlamenterê CHP'ê yê Hatayê Hasan Akgol got, "Heman piştî rakirina qereqola Kûşakliyê, Eniya El Nûsra li girê pêşberî qereqolê 3 kon veda û karê gumrukê dike. Li van konên El Nûsrayê, serê her bîdonekî sotemeniya derbasî Tirkiyê dibin, 500 lîreyê Sûriyê xerac tê stendin. Haya tevahiya rayedaran ji vê heye."

Deriyê sînor ê Bab-Ul Hawa yê li pêşberî Hatayê, ser bi bajarê Sûriye Îdlîbê ye.