El Ekrad bertekek hişk nîşanî hevkariya El Qaîde û ASA da
El Ekrad bertekek hişk nîşanî hevkariya El Qaîde û ASA da
El Ekrad bertekek hişk nîşanî hevkariya El Qaîde û ASA da
Derket holê ku komkujiya çeteyên girêdayî El Qaîdeyê li Til Eran û Til Hasilê pêkanîne netenê ne û Artêşa Sûriyeya Azad jî li gel e. Ebdulcebar El Egîdî piştî komkujiyê di civînek ya weke serokê Meclisa Leşkeriya Helebê yê Artêşa Azad tevlîbûyî de îtîraf kir ku, di komkujiyê de cihê xwe girtine. Egîdî di heman civînê de ragihandin ku, biryar girtine El Ekradê ji Artêşa Azad derxînin jî. Berpirsê El Ekradê Hecî Ehmed El Kurdî bertekek hişk nîşanî biryarê da û got: “Ger cesareta kesên ku dixwazin çekên me teslîm bigirin hebe, bila bên bixwe bigirin.”
Koma çete ya El Nusra ku li Rojavayê Kurdsitanê û herêma Reqa Til Ebiyedê li hemberî YPG’ê windahiyên mezin da, li bajarokên Til Eran û Til Hasil ên girêdayî navçeya Sefîrê Helebê roja 29’ê Tîrmehê dest bi komkujiyan kirin.
Derket holê ku ev komkujî bi hevkariya çeteyên El Nusra û Artêşa Azad pêkhatiye. Piştî Artêşa Azad li hemberî rejima Esad windahiyên mezin dan, di hefteya dawî ya meha Tîrmehê 70 rêveberên Artêşa Azad li Dîlokê kombûn, Meclisa Leşkerî ya Helebê jî civînek pêkanî. Di civînê de serokê konseyê Ebdul Cebar El Egîdî axivî û hevkariya xwe ya komkujiyê ya li dijî gelê Kurd qebûl kir. Di heman civînê de Artêşa Azad biryar girt ku Eniya El Ekrad ji Artêşa Azad bi avêjin, çek û qereqolên di destê wan de teslîm bikin. Her wiha biryar hate girtin ku yên çekên xwe radest nekin dê bên qetilkirin û dest danin ser çek û qereqolên wan.
“GER CESARETA WE HEBE WERIN BIGIRIN”
Berpirsê Giştî yê Eniya El Ekrad Hecî Ehmed El Kurdî da diyarkirin ku, guhdarî axaftina Ebdulcebar El Egîdî kiriye û biryara ku girtine jêre ragihandine.
El Kurdî ji kesên ku biryar jêre ragihandine ev bersiv da: “Tu kesê ev çek nedan me. Gelê ku me ji wan re soz daye em dê we li hemberî hemû cûre komên çete, pêkûtiyên rejima Bees ya faşîst û komkujiyan biparêzin dane me. Ji ber wê çendê min ji Ebdul Cebar El Egîdiyê ku got bila çek û qereqolan radest bikin bersiva, eger cesareta wî hebe bila ew bixwe bê bigire.”
PÊWÎSTE CIVAKA NAVNETEWÎ BIBÎNE KU ÇEK DIÇIN KUDERÊ
Hecî Ehmedî El Kurdî aşkera kir ku, axaftinên Ebdul Cebar El Egîdî îtîraf dike ku komkujiya komên çete ên girêdayî El Qaîdeyê li Til Eran û Til Hasilê pêkaniye hevkarin û got, niha pêwîste hêzên navnetewî birûnin û bibînin ku alîkariya çekên ku dikin ji kîjan komên çetan ra diçin û bi çi armancê têne bikaranîn.
TI TÊKILIYA WAN BI ÎSLAMIYETÊ RE NÎNE, ŞÊLÎNKER Û XESP DIKIN
Hecî Ehmed El Kurdî di derbarê pêkanînên komên çete ên li herêmên Til Eran, Til Hasil , Bab, Mûmbîç û Cerablûs de jî agahî dan û wiha got: “Ev çete kesên bê çek, bê parastin, ji rêkan û kolanan vedigerînin û di revînin. Dibin winda dikin. Bitaybet kesên ku rewşa wan ya aborî baş be direvînin îşekce dikin û piştî îşkenceyê pereyek baş jê standin berdidin. Heya niha nêzî pêncî kes revandine û piştî van pêkanînan serbest berdane. Tu armancê wan ê şoreşgerî tuneye. Ji xwe tu tiştê wan weke yê Îslamiyetê nîne. Tam berevajî bipêkanînên xwe hewil didin Îslamiyetê reş bikin. Tişta ew dikin eşqiyatiye. Şelandin û xesptiyê dikin. Kengê şêlînkar, eşqiya û yên xespan dikin bûne şoreşger?”
HÊJAN XIZMETA REJIMÊ DIKIN
Ebdul Cebar El Egîd3i ku beriya vê bi rutbeya Elbay di Artêşa Rejima Sûriyeyê de peywirdar bû û beriya salek û nîv derbazî nava Artêşa Azad bû, heya niha jî bipêkanînên xwe xizmeta artêşê dike.
Quseyra ku beriya niha du meh artêşa Rejima Sûriyeyê derdora wê girt û ji destê Artêşa Azad derxist, El Egîdî bi soza “rizgarkirinê” bi berpirsê Lîwaya Tewhît Ebdulqadir Salih çûn Quseyrî radestî rejimê kirin û piştre vegerî.
Dîsan jî dema ku DYA’yê di meha Mijdarê de Eniya El Nusra xiste lîsteya rêxistinên terorê de, derkete TV’yan û bi awayek vekirî El Egîdî parastina El Nusra kir. Bi neqebûlkirina vê biryarê balkişandibû ser xwe.
Ya herî girîng jî di axaftina xwe de da diyarkiribû ku, alîkariyên çekan û cebilxaneyan ên hêzên navnetewî di serî de DYA û Fransa dikin, li ser Lîwa Tewhît fermandane ku ji Eniya El Nusra û Dewleta Îslam Iraq-Şamê ku li Til Eran û Til Hasilê komkujî li ser kurdan pêkanîne kirine.