Ehmed Kaya li ser gora xwe hate bîranîn

Ehmed Kaya li ser gora xwe hate bîranîn

Hunermendê Kurd Ehmed Kaya di 13’mîn salvegera wefata xwe de li paytxtê Fransa Parîsê li ser gora xwe hate bîranîn.

Hunermend Kaya ku di sirgûnê de jiyana xwe ji dest da, li ser gora wî ya li goristana Pere Lachaise ya Parîsê merasimek ya bîranînê hate li darxistin. Merasima ku gelek kes beşdarbûn de di demjimêr 14’an de bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê Akademiya Kurdistanê Bêrîvan Akyol axivî û Hozan Silêman Çarnewa jî Ehmed Kaya vegot.

Kesên beşdarî merasima bîranînê bûn, piştre stranên Ehmed Kaya striyan. Bîranîn bi sloganên “Şehîd Namirin” bidawî bû.