Eger polîs nebe bi rastî jî aramî heye

Eger polîs nebe bi rastî jî aramî heye

Rewşa îro ya Parka Gezî gotina "Eger polîs nebe, bi rastî aramî heye" tîne ziman. Gel, tehma parka ji dagirkeriyê rizgar bûye dike. Hewldanên Şaredariyê yên ji bo paqijkirina şopên raperînê jî belasebeb in. Abîdeya ji bo bîranîna berxwedêrên jiyana xwe ji dest dane hatiye avakirin, mirovên tên serdana parkê pêşwazî dike. 

Her wiha pankarta li pişt a şaredariyê ya "Parka Şehîdên Taksîmê. 1977-2013" bal dikişîne.

Parka Gezî ya tu dibêjî qey bêhna xwe veda. Polîs, park terk kir. Lê belê kontrola polîsên sivîl a di nav parkê de û dîsa dagirkeriya polîs a li pêşiya Navenda Çandê ya Ataturk û Qada Taksîmê berdewam dike.

Dagirkeriya polîs a li parkê bi dawî bû, gel ber bi parkê ve herikî. Îro ji saetên sibê û şûn ve bi hezaran kes li parkê kom bûn. Kesên ji bo bêjin, "Park çawa ye?" jî tên.

Stenbolî li parkê bêhna xwe vedidin, pirtûkan dixwînin, xwe dirêj dikin, sohbetê dikin. Nêrîna wan a hevpar: "Vir park e. Divê wek parkê bimîne. Divê li parkê hebûna polîs bi dawî bibe û ji gel re were vekirin.”

Platforma Piştevaniya Taksîmê jî piştî civîna xwe ya çapemeniyê ya li Taksîm Hîll Otel heta hundirê parkê bi dirûşmayan meşiya.

HEWLDANA ŞAREDARIYÊ VALA YE

Hewldanên şaredariyê yên rakirina şopên berxwedanê vala ne. Berxwedêr her ku firsendê dibînin dirûşmayên raperîn û berxwedanê li ser dîwar û li erdê neqş dikin. Pankarteke şaredariyê jî tu dibîne ku veguheriye pankarta raperînê. Pankarta “Şehîdên Taksîmê. 1977-2013” a li pişt pankarta şaredariyê yek ji wan e. Ev pankart kesên tên Parka Gezî pêşwazî dike.  

JI BO BERXWEDÊRAN ABÎDEYA BÎRANÎNÊ

Avahiyeke ku şaredariyê neqedandiye berxwedêran bi destên xwe yên bi huner ji bo berxwedêrên Taksîmê veguherandin Abîdeya Bîranînê li ser mermerên abîdeyê ligel nivîsa “Bêmirine” navên Mehmet Ayvataş, Abdullah Comert û Ethem Sarisuluk hatin nivîsandin. Her wiha navê Medenî Yildirim ê li Licê di dema protestokirina çêkirina qereqolan de ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin jî di abîdeyê de cih digire. Peyama “Li ber xwe bide Licê, Taksîm bi te re ye” di abîdeyê de cih digire. Ligel wan navê Polîsê bi navê Mustafa Sari yê di qezaya kar de jiyana xwe ji dest da jî heye û li bin navê wî “Rehma Xwedê lê be” hatiye nivîsandin.

Gelê li Parka Gezî ya Taksîmê şad û kêfxweş e. Naxwaze ev şadî û kêfxweşî bi dagirkeriya polîs xera bibe.