Eger New York bihata dagirkirin wê mîna Rojava heq ji xwe bihata?

Yek ji fîgurên tevgera "Occupy Wall Street" a li DYA antropolog David Graeber rewşa li Rojava nirxand.

Rojnameya înternetê ya alternatîf a Fransî Mediapart, David Graeber ê ji London School of Economics û aborîzan Thomas Piketty li hev civand. Graeber li ser jinûve pênasekirina çîna karkeran nirxandinên girîng kir û destnîşan kir ku Rojava di vê mijarê de mînakeke rasteqîn e.

BI ŞANTAJA PENABERAN LI EFRÎNÊ JI BO QIRKIRINÊ ÊRÎŞ HATE KIRIN

Graeber nerazîbûn nîşanî êrîşên ji bo dagirkirina Efrînê da û got, "Rewşa li Efrînê felaket e. Ji bo bajar ji aliyê balafirên şer ên Tirk bi temamî neyê hilweşandin, Kurd neçar man ku rewşeke stratejîk a ji bo valakirina Efrînê binirxîne. Lê belê li cihên din ên Rojava rewş cuda ye.

Di vir de ya ku mirovan şoq dike, êrîşeke berbiçav e. Êrîş li yekane cihê ku şerê li Sûriyeyê lê neqewimî hate kirin. Ev yek şerekî êrîŞê ye. Êrîşeke ku bersivê nade ti provokasyonê. (...) Misir ne di nav de, ti welatan êrîş şermezar nekir. Mirov nikarin ji vê bawer bikin. Serokkomarê Tirk ku berê eşkere kir ku wê sûcê şer bike, êrîş kir. Pirsa di vir de ev e: Çima nerazîbûn nehate nîşandan, çima ji bo pêşîgirtina li desteserkirina Efrînê ti hewldan nehate kirin? Bi dîtina min, sedema wê vekirî ye: Tirkiyeyê soz da ku wê bi milyonan penaberan neşîne Ewropayê û ji bo sûcên şer bike rê li ber vebû. Ya ku rê li ber qirkirinê vekir, şantaja di ser penaberan re hate kirin e."

Ji bo pirsa "Êrîşa Tirkan dikare tecrûbeya siyasî ya li Rojava biqedîne?" Graeber ev bersiv da:

"Na. Bi dîtina min DYA ji Tirkiyeyê re gotiye ku dikare Efrînê bigire, lê jê wêdetir nikare biçe."

Li ser pirsa "hin rexne li ser modela li Rojava hene" Graeber destnîşan kir ku Kurdan ev proje ji bo wergirtina desteka navneteweyî nekirine. Graeber diyar kir, eger bi wî rengî bûya wê bi gotinên lîberal ya jî neolîberal hê bêhtir şensê bi dest bixista.

GUHERTINA LI NAVA PKK'Ê KÛR Û DÎROKÎ YE

Graeber da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya dîl bê girtin dest bi guhertinê kir û bi taybetî işaret bi pêwendiya wî bi teoriyên Murray Boockhin kir.

Graeber got, "Ev yek guhertineke kûr, berfireh û dîrokî ye. Ev rewş eşkere dike ku gelek mirovên çawa nikarin bi hêsanî bawer bikin bê rêxistineke siyasî di vê astê de dikare xwe biguherîne. Hin mirov dibêjin, Kurd ji bo destekê ji cîhana rojava bigire û tifaqê bikin, anarşîst in. Ev yek bi dîtina min tiştekî pêkenok e. Gelo li kîjan devera cîhanê, komek ji bo desteka navneteweyî îdeolojiyekê ava dike? Tiştekî bi vî rengî bibe jî, anarşîzm di nava bijarteyan de nîne. Eger eşkere bikin ku lîberal an jî neolîberal in wê hîn bêhtir bibin xwedî şens."

ROJAVA JI BO PÊVAJOYA ŞOREŞGER A HEMDEM MÎNAK E

Graeber destnîşan kir ku analîzên klasîk ên antî-emperyalîst têra vegotina rewşa Kurdan nakin û wiha dewam kir: "Dema li Kurdistanê bûm ez li mirovan rast hatim, ku hewl didan pîvanên lîstikê biguherînin, hewl didan şêweyê kirina siyasetê biguherînin û kûr bikin. Dema ku mirov xiyaneta ku çend caran li Kurdan hatiye kirin bînin ber çavan, bi dîtina min Rojava mînakek ji bo şêweyê pêvajoyeke şoreşgerî ya hemdem e ku xurt û qewîn e."

ROJAVA WELATEKÎ RASTEQÎN E, EGER NEW YORK BIHATA DAGIRKIRIN GELO ME YÊ ÇI BIKIRA?

Graeber bi van gotinan qala girîngiya tecrûbeya Rojava kir:

"Cara yekê ye mirov hewl didin demokrasiyeke ji jêrê ber bi jorê ve ava bikin û herêmeke ku ne hindik e kontrol dikin. Ev yek dike ku em lê bipirsim. Eger bi rastî jî em bi ser bikevin em ê çi bikin? Eger tevgera Occupy bi ser bikeve û eger New York bihata dagirkirin me yê çi bikira? Me yê rê û trafîk çawa organîze bikira? Bazar wê çawa bûya? Me yê bi çi rengî biryar bigirta? Rojava bi çar qatan ji Îsraîlê mezintir e û bi milyonan mirov lê dijîn. Welatekî rasteqîn e ku her roj van pirsgirêkên şênber ji xwe dipirse."