'Eger hesabpirsîna Pirsûsê sûc be me jî bigire'

Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê ji bo 20 sosyalîstên di operasyona li hember gaziyên Pirsûsê de hatin binçavkirin, li pêşiya Edliyeya Çaglayan çalakiyek protestoyê lidar xistin.

Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê xwestin gaziyên Pirsûsê serbest bên berdan û wiha gotin: “Çi ye sûcên wan? Li ku derê neheqiyek hebû ber bi wî aliyî de çûyin e? Gotina wan a ku em Pirsûsê ji bîr nakin, nadin jibîrkirin û efû nakin e? Ger wiha heman tiştî em jî dibêjin. An zarokên me berdin an jî me jî bigirin.”

Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê ji bo 20 sosyalîstên di operasyona li hember gaziyên Pirsûsê de hatin binçavkirin, li pêşiya Edliyeya Çaglayan çalakiyek protestoyê lidar xistin.

Gaziyên Pirsûsê, malbatên wan, Seroka Giştî ya ESP Sûltan Ûlûsoy, Berdevka Bajar a SKM Pinar Turk, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajar Ayşe Erdem, Rêveberên Rêxistina HDP’ê Şamîl Altan û Sûat Çorlû, Seroka Rêxistina EHP’ê ya Bajar Ozge Akin, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû, endamên Partîzan, Partiya Şoreşger, SKYK, TOPG, DAF tevlî çalakiyê bûn.

'BAWERIYA ME BI DARAZÊ NAYÊ’

Ji Piştevaniya Pirsûsê Suleyman Başer diyar kir ku şerê bi Pirsûsê destpêkirî hê jî cana distîne. Başer ragihand ku birayar veşartîbûnê ya li ser dozê bi armanca pakkirina failan e, got mînaka herî zelal jî pratîka hiqûqê ya 30 salan e. Başer got, “ti baweriya me bi darazê nayê” û destnîşan kir ku dewlet têkîliya xwe bi tevahî qetlîaman re heye.

'DIXWAZIN ÊN SAX MANE JÎ JI ME BIGIRIN'

Li ser navê Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê daxuyaniya çapemeniyê keça şehîdê Pirsûsê Îsmet Şeker, Yagmûr Şeker xwend. Şeker diyar kir ku hê xwîna wan ziha nebûye, êşên wan kêm nebûye, kesên bi birîndarî ji Komkujiya Pirsûsê rizgar bûne jî hatine binçavkirin, wiha berdewam kir: “Li Gezî birîndar kirin tê ra wan nekir, li Pirsûsê hezkiriyên me ji me girtin dîsa têra wan nekir. Niha jî dixwazin azadiyên me, zarokên me ji me qut bikin.”

Şeker xwest biryara veşartîbûnê ya doza Pirsûsê bê rakirin. 

Şeker wiha pirsî, “Çi ye sûcê wan?” û wiha berdewam kir: “Xwestina wan a rakirina veşartîbûna li ser doza Pirsûsê ye? Li ku derê neheqiyek hebû ber bi wî aliyî de çûyin e? Gotina wan a ku em Pirsûsê ji bîr nakin, nadin jibîrkirin û efû nakin e? Ger wiha heman tiştî em jî dibêjin. An zarokên me berdin an jî me jî bigirin.”

'EGER BIGIRIN JÎ HÊRSA ME YA LI ZINDANAN MEZIN BIBE WÊ BI KOLANAN RE BIBE YEK'

Endama SGDF Ceren Çoban wiha got: “Em gaziyên Pirsûsê teslîm nakin, dixwazin tavilê serbest bên berdan. Dewlet kesên li Pirsûsê nikarîbû qetil bike, bi girtinan dixwaze serî lê bitewîne. Ger bigirin jî hêrsa me ya li zindanan mezin bibe wê bi kolanan re bibe yek.”