Efrînî li dijî êrîşan meşiyan

Efrînî li dijî êrîşan meşiyan

Li Efrînê bi hezaran welatiyan li dijî êrîşên komên çete û êrîşên ku li tevahiya Suriyê sivîlan hedef digirin meş lidar xist û piştgiriya xwe ya ji bo Yekîneyên  Parastina Gel (YPG) anîn ziman. Di meşê de her wiha li ser girîngiya yekîtiya kurdan hate rawestîn.

Meşa ku ji aliyê  Desteya Bilind a Kurd ve hate organîzekirin, ji sêgoşeya Raco destpê kir û li ber avahiya Saziyên Civakî ya Sivîl bidawî bû.

Di meşê de pankartên "Em berxwedana YPG’ê silav dikin", "Em êrîşên li dijî mirovahî yên li Helebçe, Dareya, Hole, Til Eran û Til Hasil şermezar dikin", "Xûta Helepçe ye" hatin vekirin. Her wiha diruşmeyên silavkirina berxwedanan YPG’ê hatin berzkirin. Di dawiya meşê de mîtîng hate li darxistin.

Di mîtingê de li ser navê Desteya Bilind a Kurd û Encumena Niştimanî Kurdî (ENKS) Reşîd Şeban, li ser navê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) Silêman Cefer,  li ser navê Yekîtiya Star Hêvîn Xêro axaftin kirin. Di axaftinan de berxwedana YPG’ê ya li dijî êrîşan hate silavkirin. Di axaftinan de her wiha êrîşên çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/ Cebhet El-Nsura yên li dijî Rojavayê Kurdistanê, komên çekdar ên girêdayî hin partiyên siyasî ên ku cihê xwe di êrîşan de digirin hatin şermezarkirin û banga yekîtiyê li gelê kurd hate kirin.

 Mîting bi stranên bavê Hunermendê Kurd Xelîl Xemgîn Mehemedê Hişîno bidawî bû.