Efendî: Mizgînî nêz e, tevlî pêvajoya ji nû ve avabûna Kobanê bibin
Efendî: Mizgînî nêz e, tevlî pêvajoya ji nû ve avabûna Kobanê bibin
Efendî: Mizgînî nêz e, tevlî pêvajoya ji nû ve avabûna Kobanê bibin
Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Eyşê Efendî berxwedana 87 rojan a Kobanê nirxand. Efendî diyar kir ku di rojên pêş de wê mizgîniyeke mezin bidin û anî ziman ku bi azadbûna bajar re wê xebatên ji nû ve destpê bikin. Efendî da zanîn ku ji bo ji nû ve avakirina bajêr divê her kes bi berpirsyariyên xwe rabin û bang li hêzên navneteweyî kir, ku tavilê korîdora mirovî vekin.
Efendî diyar kir ku li gel berxwedana Kobanê li Bakurê Kurdistanê jî berxwedanek tê meşandin û got: “Gelê me yê li vir wezîfeya parastina navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê girtiye ser milê xwe. Em ji jin û ciwanên ku pêşengiya vê berxwedanê dikin re spas dikin. Berxwedana Kobanê ev 3 meh in berdewam dike. Lê hînê jî li ser piyane. Kobanê bi berxwedana gelê Kurd a her çar parçeyê Kurdistanê li ser piyan disekine."
BANGA TEVLIBÛNA JINAN
Efendî bi lêv kir ku li gel hewaya sar çalakiya nobedê dewam dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî êrîşên DAIŞ’ê, gel di çalakiya nobetê de parastina xwe ava kir. Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinê pêk hat. Em nîşaneyên serketinê ji sînorê Pirsûsê jî dibînin. Azadiya Suriyeyê di destê Kobanê de ye. Azadiya her çar parçeyê Kurdistanê ji Kobanê derbas dibe. Ji ber vê jî jinên Kurd li ku dibin bila bibin divê li pişt YPJ’ê bin. Divê jin 70-80 salî çekên xwe bigirin û tevlî YPJ’ê bibin. Jin xwedî li têkoşîna zarokên xwe derkevin. Hemû jinên Kurd û dayikên şehîdan li ber her kesî soza aştî û azadiyê dan. Em ê ji bo vê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Efendî bang li hemû jinan kir ku tevlî YPJ’ê bibin û got: “Jinên Kurd li dijî desthilatdariyê şer dikin. Em vê li Bakurê Kurdistanê dibînin. Jinên Kurd li gel hemû şert û mercên zehmet di çalakiya nobetê de cihê xwe girtin."
JI SEDÎ 95’Ê KOBANÊ HILWEŞIYAYE
Efendî wiha berdewam kir: “Zêdeyî du meh in li gundê Mahser û Miseynterê bi pêşengiya jinan çalakiya nobedê didome. Em di xeta sînor de vê dibînin. Ciwan, kal û pîr di nobedê de cih digirin. Em li pêşberî keda wan rêzdar in. Banga Rêber Apo ya ji bo Kobanê ya seferberiyê didome. Li Kobanê şer didome. Ji ber êrîşan hemû avahî hilweşiyane. Ji bo vê divê Kobanê ji nû ve bê avakirin. Banga me li hemû dewletan û hezkiriyên Kobanê ye. Azadiya Kobanê nêz e. Ji ber vê jî bila her kes çi dikeve ser milê wan bike. Ji sedî 95 ê Kobanê hilweşiyaye. Xanî nemane.”
BILA KORÎDOR BÊ VEKIRIN
Efendî bang li her kesê ku azadiya Kobanê dixwaze kir û got: “Kobanê di eslê xwe de azad bûbe jî nehatiye avakirin. Di rojên pêş de em ê mizginiyê bidin. Ciwan dikarin bên Kobanê, bila malbatên ciwan bên. Alîkariyê bidin YPG û YPJ’ê. Her roj tevlîbûn ji bo YPG û YPJ’ê çêdibe. Ji bo avakirina Kobanê peywir dikeve ser milê her kesî. Di demek nêz de wê veger destpê bikin.
Bila ji bo ketin û derketina Kobanê korîdor bê vekirin. Divê ji aliyê Ewropa û rêxistinên mafê mirovan ve ji bo Kobanê korîdorek bê vekirin. Bila vekin ku gelê Kobanê bikare vegere. Ya girîng jî bila birîndarên me bên dermankirin."
DIVÊ NÊZÎKATIYA DEWLETA TIRK BÊ REXNEKIRIN
Efendî bal kişand ser zehmetiyên ku Kobanî li Pirsûsê dijîn û got: “Dewleta Tirk alîkariyê nade welatiyên Kobanê. Kobaniyên ji derve mane hene. Ji şaredariyê bixwazin konbajarekî veke jî dewleta Tirk vê asteng dike. Divê her kes nêzîkatiya dewleta Tirk rexne bike, qebûl neke.”