KESK: Ji bo siberojeke bi ronî bi hev re têbikoşin

KESK’ê bi dirûşma ‘Li dijî xizanî, bêkarî û bê ewlehiyê bi hev te têbikoşin’ bi tevlîbûna bi hezaran kesî li Qada Gundogdû ya Îzmîrê mîtîngek lidar xistin. Hevseroka Giştî ya KESK’ê Asûn Gezen banga mil bi mil ya bi hev re têkoşînê kir.

Bi hezaran endam û rêveberên Platforma Şaxan a KESK'ê yên ji bajarên Îzmîr, Çanakkale, Mugla, Balikesîr, Afyon, Kutahya Aydin, Uşak û Manisayê hatin bi dirûşmeya "Li dijî xizanî, betalî, bêewlehiyê bi hev re têbikoşin" li Qada Gundogdû ya Îzmirê kom bûn û mîtîng pêk anîn. KESK'iyên tevlî mîtîngê bûn diyar kirin ku ew wê fatûreya krîzê nedin. Bi hezaran kesên tevlî mitîngê bûn, destpêkê li Qada Cûmhûriyetê kom bûn û ber bi Gundogdû ve ketin meşê. Girse di bin dorpêça polîsan de derbasî qadê bûn. Girse di 3 deriyên hatin avakirin re derbasî qadê bûn. Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay, Parlamenterê CHP'ê Kanî Beko û Selîm Sayek Boke, Rêveberên DÎSK'ê û gelek nûnerên rêxistinên civakî jî tevlî mîtînge bûn. Girsê li qadê pankartên "Li dijî xizanî, betalî, bêewlehiyê bi hevre têbikoşin" "Li dijî xizanî û talaniyê li keda xwe xwedî derkevin." û "Ger ku cîhanê bişewitînin wê kedkar cîhanê bişewitînin" vekirin Bi hezaran kesan bê navber dirûşmeyên "Ne şer, butçeya ji bo kedkaran" û "Bijî tekoşîna me ya kedkaran" berz kirin.

KARKERÊN TARÎŞÊ BI PANKARTA XWE TEVLÎ MÎTÎNGÊ BÛN

Karkerên TARIŞ'ê yên bi sedema endamên Sendîkaya Gıda Îşê ya DÎSK'ê ne 10 roj berê ji kar hatin avêtin û li ber fabrîqeyê çalakiyê pêk tînin, tevî pankarta xwe ya "Bila karkerên hatin avêtin dîsa bigirin kar, Bila mafê me ye sendikayi bê parastin" tevlî mîtîngê bûn.

Li ser navê Platforma Şaxan a KESK'ê berdevkê demî Çagdaş Yazici, diyar kir ku her karkerê bi heq dixebite di bin deynan de maye û xizaniyê ji kûr ve hîs dikin. Yacizi, xwest karker li her derê bi hev re têkoşîna xwe xurt û mezin bikin.

Hevseroka Giştî ya KESK'ê Aysun Gezen, ji diyar kir ku sermayedar dixwazin hemû fatûreya krîzê li karkeran bibirin û wiha got: "Em bi krîza ku di her qada jiyanê de derdikeve pêşberî me re rû bi rû ne. Îktîdara siyasî diyar dikin ku krîz tune. Le krîz her ku diçe kûr dibe. Yên xwe bi rant û mêtîngeriya kedê xwedî dikin tenê ji sedî 1 fatûreya krîzê didin. Dixwazin ji sedî 99'ê fatûreya krîzê li ser pişta karkeran bidin. Em fatûreya krîzê nadin.

DAXWAZÊN KARKERAN

* Zema ceyran, av, xaza xwezayî, sometênî, nan, rê û hemû pêdiviyên jiyanî paşve bigirin.

* Dawî li baca bê dad ku didin ser pişta karkeran bînin.

* Dawî li destûra bê heq û bê pere bînin.

* Dawî li hilandina meaşê me yê ku bi hinceta enflasyonê roj bi roj qîmeta wî winda dibe bînin.

* Divê peymana TÎS'ê ji nû ve bê nûkirin.

* Divê karkerên digirin kar li gorî edaletê û li dijî torpîlê bên girtin. Divê dawî li lêpirsîna ezmûn û ewlehiyê bînin.

* Dawî li BHQ’ê bînin. Kesên bi BHQ’ê hatin avêtin bila dîsa vegerin karên xwe.

* Divê dawî li zagonên ku ewlehiya karkeran û kar ji holê radike bînin.

* Divê hemû astengiyên li pêş îstîhdama jinan hatiye avakirin tev be rakirin. Divê dawî li feraseta zayendiperest bînin.

* Divê ji bo hemû kesan karê bi ewle û tenduristî bê dayîn û mafê wan bê parastin.