Edene, Eskîşehîr û Antalyayê 34 kes hatin binçavkirin
Li Eskîşehîr, Antalya û Edeneyê polîsan danê sibehê avêtin ser gelek adresan û 34 kes binçav kirin.
Li Eskîşehîr, Antalya û Edeneyê polîsan danê sibehê avêtin ser gelek adresan û 34 kes binçav kirin.
20 kesên bi îdîaya "çek ji rêxistinê re peyda kirine" li Mersîn, Hatay û Rihayê danê sibehê hatin binçavkirin, anîn Edeneyê. Binçavî li Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê tên ragirtin.
ESKÎŞEHÎR
Li Eskîşehîrê, polîsan duh avêtin ser gelek malan û nûçegihanê DÎHA'yê Nametûllah Başar jî di nav de 15 kes binçav kirin. Ji binçaviyan 8 hatin berdan, lê Başar û 6 kes hînê din hînê tên ragirtin. Sedema binçavkirina Nametûllah Başar, Osman Altûn, Vedat Yalçin, Fevzî Unal, Ersîn Kaya û Abdullah ê paşnavê wî nehat zanîn, nehat hînbûn.
ANTALYA
Li navçeya Antalya Kepezê, polîsan danê sibehê avêtin ser gelek malên li taxa Habîblerê. Di serdegirtinan de Sûat Varol, Fîkret Varol, Bariş Oztûnç, Firat Oztûnç, Savaş Oztûnç, Aydin Orhan û Seyfettîn Orhan hatin binçavkirin. 7 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Antalyayê.