Ebadî: Hilbijartin wê neyê dubarekirin

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî diyar kir ku wî daxwaza jinûvekirina hilbijartinên giştî red kiriye.

Hilbijartina Iraqê, bi nîqaşên li ser dek û dolabên hatin gerandin û şewitîna depoya dengan bi gumanbarî di rojevê de ye.

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî li ser mijarê daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Hilbijartina giştî hate kirin. Êdî veger jê nîne." Ebadî diyar kir, erka hikumetê ya jî meclîsê nîne ku hilbijartinê betal bike û got, biryara betalkirinê ancax ji aliyê dadgeriyê ve bê girtin.

Haydar Ebadî da xuyakirin, ya ku divê li Iraqê bê kirin, avakirina hikumeta nû ye û xwest, di vê mijarê de gav werin avêtin.

Serokê Meclîsa Iraqê Selîm El Cûbûrî û Alîkarê Serokkomar Iyad Allavî piştî ku li depoya sindoqên dengan lê bûn şewat derket, bang kiribûn ku hilbijartin bê betalkirin û dengdan ji nû ve were kirin.

Serokwezîr Haydar Ebadî jî piştî lêpirsîna destpêkê gotibû, "depo bi zanebûn hatiye şewitandin."