DYE û YE’yê derbarê şîrketên Tirkiyeyê de biryara pêkanînê da

Wezareta Bazirganiyê ya DYE’yê derbarê 16 şîrketên Tirkiyeyê de biryara pêkanînê da. Her wiha di lîsteya pêkanînên ku ji aliyê YE’yê ve hat ragihandin de jî şîrketeke Tirk heye.

Li gorî nûçeya Reuters û DW’ê, DYE’yê derbarê gelek kes û saziyan de biryara pêkanînê daye. Biryara pêkanînê ji aliyê Wezerata Bazirganiyê ya DYE’yê, Wezareta Xizaniyê û Wezareta Karên Derve ve ji raya giştî re hat ragihandin.

Wezareta Bazirganiyê, ji bo 93 şîrketan bi hinceta ku xebatên destekkirina şerê Rûsyaye ya li hemberî Ûkranyayê pêk tînin, biryara sînordarkirina bazirganiyê da. Hat diyar kirin ku 16 ji van şîrketan navenda wan li Tirkiyeyê ye. Sewqiyeta ji DYE’yê ya ji bo van şîrketan hate qedexekirin.

YE’YÊ JÎ BIRYARA PÊKANÎNÊ DA, RÛSYE BÊDENG NEMA

Yekîtiya Ewropayê, beriya salvegera duyemîn a êrîşa Rûsyayê ya li dijî Ûkraynayê, pakêta xwe ya 13’emîn a pêkanînê ya li dijî Moskowê eşkere kir. Di nav şîrketên ku di lîsteya pêkanînê de cih digirin, ji bilî Rûsyayê rêxistinên ku navenda wan li Hîndîstan, Srî Lanka, Çîn, Sirbîstan, Kazakîstan, Taylandê û şîrketeke ji Tirkiyeyê jî heye. Hat zanîn ku şîrketa li Tirkiyeyê navenda wê li Antalyayê ye û Şîrketa Yildiz Çîp a amûrên tenkolojiyê ye.

Nerazîbûna ji Moskowayê ya li dijî Brukselê dereng nema. Hat diyarkirin ku Rûsyayê jî ketina welêt qedexe kir û hejmara rayedarên Yekîtiya Ewropayê hatiye zêdekirin û wiha hate gotin: “ ‘Lîsteya Sekinandinê’ ya weke bersiva Rûsyayê, nûnerên Konseya Ewropa, endamên meclîsa welatên Yekîtiya Ewropayê, endamên Asambleya Parlamenter a Teşkîlata Hevkariyê û Ewlehiya Ewropayê û endamên Meclîsa Parlamenter a Parlamentoya Ewropayê jî ku bi rengekî sîstematîk li dijî Rûsyayê daxuyaniyên êrîşkar didin, digire nava xwe.”