DYE li Trablûsê operasyon kir, haya hikûmeta Lîbyayê jê nîne!
DYE li Trablûsê operasyon kir, haya hikûmeta Lîbyayê jê nîne!
DYE li Trablûsê operasyon kir, haya hikûmeta Lîbyayê jê nîne!
Rayedarên DYE dan xuyakirin ku wan bi operasyoneke nava rojê ya li paytexta Lîbya Trablûsê, şefekî El Qaîdeyê yê ji sala 1998'an û vir ve lê digerin zevt kirine. Hikûmeta Lîbyayê diyar kir ku haya wan ji vê bûyerê nîne û ji Washîngtonê xwest, daxuyaniyekê bide.
Washîngtonê roja Şemiyê da xuyakirin ku Ebû Anas el Lîbî (49) yê tê îdîakirin yek ji şefên El Qaîdeyê ye, ji aliyê hêzên Emerîkî ve hatiye girtin. Hat ragihandin ku Lîbî, ji ber êrîşên li hemberî Sefaretxaneyên Emerîka yên li Tanzanya û Kenyayê, ji sala 1998'an û vir ve lê dihat gerîn.
Berdevkê Pentagonê George Lîttle got, "Di encama operasyoneke Emerîkî ya antî-terorîzm de, Ebû Anas El Lîbî, di rewşa heyî de, li devereke ewle ya li derveyî Lîbyayê ji aliyê artêşa Emerîkî ve bi awayekî qanûnî tê ragirtin."
Kanala televîzyonê CNN di nûçeya xwe ya dispart rayedarekî Emerîkî diyar kir ku haya hikûmeta Lîbyayê ji vê operasyona nava rojê ya li paytexta Lîbya Trablûsê nîne.
Hikûmeta Lîbyayê bi daxuyaniyeke nivîskî anî ziman ku ew agahiyên derbarê desteserkirina welatiyekî Lîbyayî yê ji aliyê DYE ve tê lêgerîn dişopînin û got, "Hikûmet gava bi vê agahiyê hesiya, ji bo der barê mijarê de daxuyaniyê bixwaze bi meqamên Emerîkî re ket nava têkiliyê."
Hikûmetê diyar kir ku sûcdariyên li wan tê kirin çi dibe bila be, ew dixwazin welatiyên Lîbyayê li welatê wan bên darizandin. Hikûmetê her wiya ragihand ku di warê ewlekarî û parastinê de ew bi hevkariyeke stratejîk bi DYE re girêdayî ye û hêvî dike ku ev hevkarî ji ber bûyera dawî, zerarê nebîne.
Tê gotin, ji bo darizandinê dê Ebû Anas el Lîbî yê navê wî yê rastî Nezîh Abdûl Hamîd El Ragî ye, bibin Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê. El Lîbî ji aliyê dadgeheke Emerîkî ve di êrîşên li dijî Sefaretxaneyên Bilind ên Emerîkayê yên li Darusselam û Naîrobî yên sala 1998'an, weke navê sereke tê tawanbarkirin.
Piştî ku Mûammed Kaddafî di encama operasyoneke NATO'yê ya bi pêşengiya Fransa û Îngilîstanê hat qetilkirin, Lîbya bi tena serê xwe hat hiştin. Hêzên hatin ser desthilatdariyê nekarî otorîteya xwe têkûz bikin û bûyerên dijwariyê her çûn zêde bûn. Bi tenê herikîna petrolê ranewestiya. Ji meha Îlona 2012'an û vir ve, hilberîna petrola ku welatên Rrojavayî di nava xwe de parve kirin, gihaşt asta beriya têkbirina rejîma Kaddafî. Lê belê tevlîheviya li welêt, ji meha Tîrmehê û vir ve bandora xwe li petrolê jî kir, ku petrol ji sedî 80'yî aboriya welêt e.