Di meha Hezîranê de hatibû îdîakirin ku Elmanya wê bi balafirên şer ên Tornado piştgiriyê bide plana Emerîkayê ya ji bo avakirina 'herêma ewle' li Rojavayê Kurdistanê. Di çapemeniya Elman de wê demê hatibû ragihandin ku ji bo hêzên Kurd ji Tirkiyeyê û rejîma Şamê werin parastin plan tê amadekirin.
Nûnerê Emerîkayê yê li nava Koalîsyona Têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê û Nûnerê Taybet ê Emerîkayê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey diyar kir ku divê desteka Elmanyayê ya ji bo planê ne tenê bi balafirên Tornado be. Jeffrey ji rojnameya "Welt am Sonntag" re axivî û diyar kir, rêveberiya Washingtonê ji hikumeta Elman daxwazên wiha kiriye:
"Divê Elmanya yekîneyên xwe bişîne bakurê Sûriyeyê û ji perwerde, lojîstîk û pêwîstiyên teknîkî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re bibin alîkar. Li şûna beşek ji leşkerên me yên li wê herêmê em dixwazin hêza bejahî ya Elmanya li herêmê bê bicihkirin."
'DIVÊ ELMANYA BIRYARA XWE MEHA TÎRMEHÊ BIDE'
Hate ragihandin ku hikumeta bi serokatiya Merkel a Elmanyayê wê meha Tîrmehê biryara xwe ya ji bo daxwaza rêveberiya Emerîkayê ragihîne. Li gorî agahiyan Jeffrey ji bo hikumeta Merkel îqna bike Înê hatiye paytexta Elmanya Berlînê.
Jeffrey der barê hevdîtinên xwe de yên li Berlînê got, "Em li wan mutefîkan digerin ku bi xwesteka xwe piştgiriyê bidin me ji bo ewlekirina bakurê Sûriyeyê." Tê gotin, rêveberiya Emerîkayê ji bo plana ewle ya li Rojavayê Kurdistanê ku dixwaze hem ji êrîşên dewleta Tirk hem jî ji êrîşên rejîma Esad biparêze, bi 80 welatan re ku piraniya wan welatên rojavayî ne di nava têkiliyê de ye.
Jeffrey der barê daxwazên ji rêveberiya Berlînê jî got, "Em li bendê ne ku di nava meha Tîrmehê de hikumeta federal bersiveke vekirî eşkere bike. Em dixwazin nîşanî Serok (Donald Trump) bidin ku partnerên me yên koalîsyonê hewl didin."
Sala 2014'an dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kirin Elmanyayê yekîneyeke xwe şandibû Başûrê Kurdistanê û dest bi perwerdekirina hêzên pêşmergeyan kiribû ku li dijî DAÎŞ'ê şer dikirin.