DYE di mijara çûyîna Tirkiyê de welatiyên xwe hişyar kir
DYE di mijara çûyîna Tirkiyê de welatiyên xwe hişyar kir
DYE di mijara çûyîna Tirkiyê de welatiyên xwe hişyar kir
Wezareta Karên Derve ya DYE ji welatiyên xwe xwest, ku eger ne ji neçariyê be neçin "Başûrrojhilatê" Tirkiyê.
Wezareta Karên Derve ya DYE hişyarî da welatiyên xwe û xwest, ku eger ne ji neçariyê be neçin "Başûrrojhilatê" Tirkiyê. Wezaretê bi sedema ewlekariyê biryar da hejmara personelên xwe yên li Edenê kêm bike.
Berpirsyariya Çand û Çapemeniyê ya Konsolosiya Edenê ya DYE Susan Wilson da xuyakirin ku di nivîsa ji Wezareta Karên Derve ya DYE hatiye de tê gotin, "Di çarçoveya tedbîrên hatine stendin de, hatiye erêkirin ku ji bilî personelên neçarî, personelên li konsolosa Edenê û malbatên wan ji Edenê derkevin."
Wilson diyar kir ku li ser daxwaza van personel û malbatên wan, dikarin biçin Enqere yan jî Stenbolê.